Gotar

Sûrî û Hevrikiya Stratejiyan

Rakan Şêxê

Deh sal in ku di ser şer û aloziya Sûriyê re derbas bû, lê hîn jî ev kirîz berdewam e û tu çirûskên hêvî û çareseriyê xuya nakin. Piştî vê dema dirêj ji aloziya Sûriyê, kesên ku hêviya wan di guhertinekê yan jî di çarserkirineke siyasî di vî welatî de hebû jî, bi berdewamiya Beşar Esed li ser desthilata Sûriyê û encamdana çarem a hilbijartinên serokatiyê, ew hêvî winda kir. Bêguman şanoya hilbijiartinan; bi alîkariya bêsînor a Rûsî û Îranê hat encamdan. Di dema ku rikberiya Sûriyê ta niha nikare xwe li ser qada siyasî wek nûnerê gelê Sûriyê bide nîşan û nikare alternatîfekê ji rejîmê re pêşkêş bike, dê ev pirs bê kirin: Gelo pêkan e ku çareseriyek ji bo aloziya Sûriyê were dîtin.

Di serî de divê em zanibin ku Sûriye di Rojhilata Navîn de xwedî erdnîgariyeke stratejîk e, ji ber ku bi binerd û sereda xwe dewlemend e, parzemînan bi hev girê dide, hemû xetên gaz, petrol û rêhesin tê re derbas dibin û bûye girêka aboriya cîhana pêşerojê, lewra em dibêjin ku kî destên xwe deyne li ser Sûriyê weke ku destên xwe datîne li ser cîhana nû. Ji ber girîngiya vî welatî, gelek welatên herêmî û navneteweyî yên xwedî hêz, li ser Sûriyê hevrik in.

Hevrikiya stratejiyan

Rûsya

Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyêtê, Rûsya li hemberî şikandineke mezin hat, gelek cihên stratejîk yên weke rêkên avê, berav û benderên germ û sar mîna bendera Basra li Iraqê û benderên Lîbyayê; piştî hilweşandina Muemer Qezafî, ji dest dan. Ji ber ku Rûsya di cîhanê de xwedî mezintirîn yedekên petrol û gazê ye û ji bo ku karibe tev bigere, pêdiviya wê bi rêk û xalên piştgiriyê yên stratejîk ên alternatîv heye. Bê guman alternatîv jî deryaya spî ye, lewra  ji bo ku xwe nêzî deryaya spî bike, rewşa Sûriyê ji xwe re bi kar anî

Ji destpêka rûdana bûyerên Sûriyê di 2011’an de, Rûsya bi bihaneya şerê dijî terorê û li ser daxwaza rêjîma Sûriyê, bilez derbasî Sûriyê bû û Rêjîm ji hilweşîneke diyar parast. Armanca Rûsa ya sereke ne tenê parastina Rêjîmê ye, lê belê vegerandina serweriya Rûsyayê ye û ji bo dabînkirina armancên stratejîk li vê herêma stratejîk e. Destwerdana Rûsya ya rasterast di Sûriyê de, ji hêla gelek alîyan ve weke Îran, Hizbulah, Çîn, Îraq, Tirkiyê, Misir û Israîlê ve hat piştgirîkirin. Di encama vê destwerdanê de, Rûsya gelek pêyman û girêbestên girîng bi rêjîmê re girêdan, ji wan girêbestan pirojeya vekolîna deryayî ku di rêya kompanyaya ” SNG-EAST” a 25’ salan û pirojeya vekolîna gazê di rêya kompanyaya ” CTT” hatin morkirin.

Ji bilî berfirehkirina bingeha Himêmîmê û ji bo bêtir hebûna xwe li Sûriyê biçesipîne û rewa bike, di rêya peymanekê bi hikûmeta Sûriyê re, 49 salan Rûsya dê Bendera Tertûsê bikar bîne.

Tevî ku di warê tektîkî de, destwerdana Rûsî serkeftî bû ku li ser xaka Sûriyê bi sedan cureyên çekan ceribandin, li ser hesabê gelê Sûrî bi Tirkiyê re ket gelek bazaran, di encamê de rikberiya çekdar hemû li ser sînorê Tirkiyê kom kirin û rê da Tirkiyê ku  bakurê Sûriyê dagir bike û guhertina domorafîk pêk bîne û çareseriya siyasî ji bo vî welatî dûr bixe, lê Rûsya di warê stratejîk de, bi ser neket. Ev kiryar dihêle ku serweriya Sûriyê têk here û Sûriyê dike qada hevrikiya navneteweyî û ev yek dihêle  stratejiya Rûsî binkeve û Rûsya têkeve çiravkê ku pir zehmet e bi hesanî karibe jê derkeve.

Amerîka

Bêguman, pêşhateyên bilez ên ku ji destpêka aloziya Sûriyê ta niha  rû didin, hişt ku guherîna josiyasî di atmosfêra herêmê bi giştî çêbibe, di encamê de hin guhrînên di dîmena siyasî ya vî welatî û di herêmê de derketin holê. Pirsgirêk û milmilaneya ku li Sûriyê rû da, ne tenê  encama faktorên navxwyî bûn, lêbelê  ji ber destwerdana derveyî di karûbarê Sûriyê û qezenckirina herêmên serweriyê bûn jî. Jixwe berî destwerdana Rûşî; Îran û milîsên wê mîna Hizbulah û Heşdûşabî ketin Sûriyê. Îran jî mîna Rûsyayê, di warê aborî de, gelek peyman û girêbest di hemû waran de bi hikûmeta Sûriyê re mor kir û pilana wê ye stratejîk ew bû ku rêya Tehran- Bexdad- Şam – Beyrûtê veke.

Van pêşhateyan pir bala Amerîkayê kişand; bi taybetî hewildanên Rûsya û hevalbenda wê Çîn ku dixwazin serweriya xwe ya aborî û siyasî, li ser hesabê Amerîkayê berfireh bikin û veberhênanên Amerîkî li herêmê têk bibin. Amerîka ji bo parastina stratejiya li vê herêmê, ew jî bi xurtî ket Sûriyê. Di 23 meha rezbera 2014`an yekem car bargehên Daişê li Sûriyê li herêma Kobanê Topbaran kir. Amerîka ji bo ku karibe  stratejiya xwe li ser erdê bimeşîne, pêwîstiya wê bi hevpeymaneke xurt hebû, bêguman jî ev hevpeyman hêzên kurdî bûn. Jixwe di cotmeha 2015`an  HSD`ê hat damezrandin û ji wê serdêmê ve li gel hêzên ezmanî yên Amerîkayê şerê terorê hat kirin ku di encamê de %30 ji xaka Sûriyê hat rizgarkirin û rêxistina Daişê ji hêla leşkerî ve hat têkbirin.

Em dikarin stratejiya Amerîkî li Sûriyê wiha diyar bikin:

  • Ji bo astenkirina berfirebûna leşker a Rûsî.
  • Ji bo rê li ber berfirhbûna aborî ya Çînî bigire; bi taybetî rêya hevrîşmê
  • Rê li ber çêkirina çekên navokî bigire.
  • Parastina Ewlehiya Israîlê.
  • Ji bo rê li ber berfirebûna Îranê bigire û nehêla rêyeke bejayî di nav wê û Libnanê de were çêkirin.
  • Bi alîkariya HSDê, nehêle careke din rêxistinên terorîst serî hildin.
  • Hêsankirina hinartina petrolê.

Bêguman, Amerîka baş dizane ku alozî, tevlihevî û guhertinên josiyasî yên ku li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybetî  belî dibin, bandorê li hevsingiya hêzan dike û dihêle ku hêzine din ên herêmî serê xwe rakirin û pêşbaziyê bi josiyasiya Amerîka li herêmê bikin.

Ji ber vê yekê, Amerêka dê hêzên xwe li herêmê zû bi zû venekişîne û hebûn û hevpeymanê xwe li herêmê xurt bike, ji ber ku berjewendiyên stratejîk yên Amerîkayê li herêmê vê yekê dixwaze.

Di dawiyê de, ev şer û aloziya ku li Sûriyê berdewam e, bû sedema gelek guhertinên siyasî, leşkerî û aborî, hin ji van sedeman şêwaz û rêkên şer guhertin û hinan  ji wan  nexşeya serweriya siyasî û leşkerî guhert ku di encamê de, rewşa aborî û jiyanî ya Sûriyê têk çû, ji ber wilo tê payîkirin ku bi kêmanî di dema nêz de, dê tu asoyên  çareseriyeke siyasî û giştî ji bo aloziya Sûriyê neyê dîtin.

Back to top button