ManşêtNûçe

Sûcên salekê yên dewelat Tirk û çeteyên wê li Girê Spî yê dagirkirî

Ji dagirkirina Girê Spî û beşên mezin ji gundewarê wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de ji aliyê dewleta Tirk ve, sûcên hovane li dijî niştecihên bajêr ên mayî hatin kirin.

Bi armanca koçberkirina wan, dagirkeran ew kuştin, revandin û mal û milkên wan talan kirin. Li kêleka wê dewleta Tirk a dagirker projeya xwe ya mêtingeriyê didomîne û penaberên sûriyeyî li Girê Spî bi cih dike.

Ajansa ANHA’yê bi rêya çavkaniyên xwecih sûcên di 2023`yan de li dijî xelkê bajarê dagirkirî hatine kirin, belge kirin.

Li bajarokê Silûkê di 14`ê Hezîrana 2023`yan de, sûcekî hovane hat kirin. Zarokê 6 salî yê bi nave Hemûd Xidir El Sultan bi destê çeteyê Ehrar El Şerqiye yên bi serkêşiya Xalid Elûş (El Cerah) bi bazirganiya mirovan tên naskirin, hate kuştin.

18`ê Tîrmehê, ciwanê bi navê Fayiz Elî El Hico yê ji gundê Kefîfe yê başûrê Girê Spî, jiyana xwe ji dest da. Piştî ku panzereke dewleta Tirk pêl wî kiribû û di encamê de birîndar bûbû.

10`ê Îlonê jî ciwanê bi navê Mihemed Xelîl El Mihemed ê ji bajarê Girê Spî jiyana xwe ji dest da piştî ku ji aliyê çeteyên Ebû Amir û Ebû Ehmed El Şamî yên Feyleq El Salis ve hatibû hedefgirtin.

Şantaj û revandina komî

Revandin yek ji rêbazên çeteyên dewleta Tirk e ku pere bi dest dixin. Lewa şêniyan direvînin û ji bo ku revandiyan berdin malbatên wan şantaj dikin û fidye ji wan dixwazin.

16`ê Adarê çeteyên Ehrar El Şerqiye welatiyê bi navê Elî Osman ê ji gundê Zêbeqiye yê Girê Spî revand.

6`ê Nîsanê jî çeteyan ciwanê bi navê Mihemed El Ocan ê ji taxa El Munbetih revandin û 7 hezar dolar, mal û milkên wî û yên hevjîna wî (telefon û zêr) dizîn.

Çeteyên qaşo bi navê “têkoşîna li dijî terorê” bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebû Rebî El Idlibî 24`ê Tîrmehê 9 welatî ji rojhilatê Girê Spî revandin û li beramber serbestberdana her yekî ji wan hezar dolar xwestin. Li gor çavkaniyan navên wan Mueyed El Xelef, Munîr El Xelef, Casim El Ereb, Îsa El Mûsa, Ebdulsetar El DExîl, Îbrahîm El Umeyr, Uceyl Helîbî, Sedûn El Aşc û Îbrahîm El Xelîl.

16`ê Îlonê jî çeteyên Ehrar El Şerqiye ciwanê bi navê Tewfîq Eyade El Helût (25) ê ji gundê El Emayir ê rojhilatê gundê Şir Girak ku ji êla Fexiz El Şimêlat e revand.

Komeke çeteyên Cehe El Şamiye ji bo tola serçeteyekî hilîne, 7`ê Cotmehê bi ser dawata welatyê bi navê Şahîn Ehmed de girt, li zava, bavê wî û bavê bûkê yê bi navê El Hec Yusif El Hesen, sê kurapên zava dan, revandin û birin baregeheke xwe ya li bajarokê Eyn El Erûs ê başûrê Girê Spî.

Li gor çavkaniyan, bavê bûkê qebûl nekir keça xwe bi çeteyê bi navê Şihab El Dîn Ebû Yasîn re bizewcîne, ji ber wê êriş dawatê kirin.

27`ê Mijdarê jî çeteyan 3 welatiyên bi navên Serdar Ehmed (27), Emar Ehmed (15) û Noran Ehmed (19) di rêya koçberiya ber bi Ewropayê ve de revandin. Ew jî ji gundê Bîr Hebeş ê Girê Spî ne.

DÛRXISTIN Û GIRTIN

Dewleta Tirk a dagirker her kesê li dijî siyasetên wê derdikeve yan digire yan jî ji kar dûr dixe.

Îsal 11 karmendên ji kar dûr xistin û hinek ji wan girtin ji ber ku li dijî siyasetên wê yên tirkkirinê derketin.

Meclisa Xwecih a Girê Spî ya dewleta Tirk a dagirker bi destpêkirina sala xwendinê re, di 21`ê Cotmehê 5 mamoste ji kar dûr xistin, ji ber ku qebûl nekirin metaryalên tirkî di nav dibistanan de bên xwendin. Dûre çeteyan bi Tawana sorkirinê û derxistine fitneyê her 5 mamoste girtin.

Dûre di 15`ê Mijdarê de çeteyan 6 karmendên komîteya xizmetguzariyê ya şaredariya Girê Spî ji kar dûr xistin. Ji ber ku li dijî navandina navendên giştî bi navên tirkî derketin. Tenê navê 3 karmandan hatin bidestxistin; Enes El Dexîl, Mihemed Riwêşid û Mensûr El Dendel.

TIRKIRIN Û TEROR

Bi destpêkirina sala 2023`yan re di 18`ê Çileyê de sirûda Tirkiye bi awayekî nivîskî û devkî hate xwendin. Wêneyên kesayet û sembolên neteweyî yên dewleta di metaryalan de hatin bicihkirin.

Tirkiye ferman da çeteyên xwe yên meclisa xwecih ku sirûda tirkiî di dibistanan de bi destpêkirina her hefteyekê roja yekşemê bê xwendin. Malbatên zarokan li dijî vê yekê derketin bi taybet ên kurd ku zarokên xwe şandin dibistanên taybet.

Li gorî ajansê demeke berê hin wêne parve kirin ku xuya dikin wêneyên Ataturk li ser dîwarên navendên giştî, xizmetguzariyê û dibistanên Girê Spî hatine xêzkirin.

li gel belavkirina fikrê tundrew û netewperest, dewleta Tirk metaryal li dibistanên herêmên dagirkirî ferz dike. Bi gelek rêxistinên xwedî taybetmendiya tundraw (Pakistanî, Çeçnistan û Kendavî) re gelek dibistanên taybet û komeleyan bi rêve dibin ji bo ku fikrê terorê belav bi

Rêxistina xêrxwaziyê ya Ensar, Beyt El Mal (saziyeke xêrxwaziyê ya pakistanî ye), di fekirin û finansekirina kombûnên olî li Girê Spî de çalak in. Her wiha çavdêriya gelek peymangehan dikin û wan fînanse dikin mîna Ebî Bin Keb li bajarokê Silûkê, Omer Bin El Xetab li bajarokê Hemam El Turkmen, El Reşîd li Girê spî, her wiha vekirina dibistanan dikin ku Tirkiye zimanê xwe tê de ferz dike mîna dibistana Ehmed Yasin û Ebû Bekir El Sidîq li bajêr û dibistana Xirbêt El Riz li gundewarê Girê Spî.

REWŞA XIZMETGUZARIYÊ YA PAŞKETÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên mayî jî tengav dikin bi rêya kêmkirina xebata û bihakirinê ji bo ku şênî nikaribin bikir  û neçar bimînin koçber bibin. Lewma 2023`yan de fatûreya kehrebeyê 2 caran biha kir herî dawî 19`ê Tebaxê bû.

Meclisa xwecih a Girê Spî 14`ê Sibatê nirxê turikê nan heta du qatan biha kir ku berê 10 lîre tirk bû niha bi 20 lîre ye.

Bi hatina zivistanê re, wek her sal şêniyên Girê Spî serî li êzingan û sêlê sewalan dan ji bo ku xwe pê germ bikin. Ji ber ku çeteyên dewleta Tirk mazotê kontrol dikin û lîtreyê wê bi zêdetirî 10 hezar lîreyên sûriyeyî difroşin.

BICIHKIRINA BIYANIYAN LI GIRÊ SPÎ

Hejmara penaberên sûriyeyî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî bi cih kirine, gihaşt zêdetirî 29 hezaran. Di nav wan de 72 iraqî hene.

Dewleta Tirk penaberên sûriyeyî yên ji Hema, Idlib, Heleb û gundewarê Şamê û gelek bajarên din ku di encama aloziya Sûriyeyê de di 2011`an de koçberî Tirkiyeyê bûne, li wan Girê Spî bi cih dikin piştî ku mal û milkên welatiyan desteser dikin.

Bi dehan malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Girê Spî ji kampa Eyn îsayê reviyane li malên zêdetirî 100 hezar koçberên Girê spî bi cih bûn ên ku niha li kampên penaberiyê li Reqa û Tebqayê dimînin.

Nerazîbûna şêniyan li hember kiryarên dagirkeriyê û çeteyên wê.

Li Girê Spî û bajarokê Silûkê di 14-17`ê Tirmeha 2023`yan, li dijî rewşên jiyanî yên paçketî û gendeliya di nava meclisa xwecih de, derketin xwepêşandanan û kar boykot kirin, her wiha dikan jî girtin.

Yek ji sedemên herî girîng ên xwepêşandanan, nivîsgehên aboriyê ne ku serçeteyên dewleta Tirk bi rêve dibin û jêdera qûta welatiyan kontrol dikin, baç madeyên avakirinê, zemhêrê û çandiniyê ferz dikin.

 

Back to top button