Çand û HûnerManşêt

Şopên mehrecana HRRK’ê ya 7’e mîn

Mirov bi çanda xwe civakê li pêşdixe û avadike, di bin dirûşmeya (Serkaniyên Kesk silav bo hemû bajarên dil) Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) mehrecana xwe ya 7’e mîn li navenda hevgirtinê ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna endamên hevgirtinê hat li darxistin, roja înê 10’ê Tîrmehê dest pê kirin û 17’ê Tîrmehê bi dawî bû.

Di drebdrê mijarê de hevserokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Welîd Bekir ji rojrameya me Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD wiha axivî: Ev çend rojin mehrecan dest pê kiriye ku salê carekê tê li dar xistin, gelek çalakî li mehrecanê tê kirin weke pêşengeha şêwekarî, ku îsal ji bo xwendekarên Zanêngeha Rojava beşê Hunerê Bedew me derfet ji wan re vekir, yan din jî helbest, çîrok, semîner, pêşkêşkirina filmên cûr bi cûr û îskêşn şano, û kesên ku xwedî tecrube jî me derfet ji wan re vekir, her wiha di vê salê de keç û xortên me yên ciwan berhemên wan ji her sal zêdetir bû.

Îsal komek ji re wşenbîr, kesên siyasî û hemûyên xwedî çandê bi coş nêzî mehrecanê bûn ku bi daxwaza hezkirina çanda kurdî  beşdarî mehrecanê bûn.

Welîd axavtina xwe bi van gotinan qedand: Em bi hêvî ne di demê pêş de derfetên me yên pêşkêşkirina vê mehrecanê zêdetir be da ku em karibin vê mehrecanê bihtir bi gelê xwe re bidin nas kirin.

Endama desteya amedekirinê û helbestvan Meryem Temir li ser armanca mehrecanê wiha anî ziman: Daxwaziya me ew e ku çanda me xurtir bibe, ji xwe tevî hemû zehmetiyên jiyanê em hewl didin tiştên nû biafirênin.

Di dawiya mehrecanê de daxuyaniyek hat xwendin, piştî xwendina daxuyaniyê xelata HRRK’ê dane Deham Ebid El-Fetah û Merwan Berekat hatin.

       

Back to top button