ManşêtNûçe

Sîhanok Dîbo: Xeta sêyemîn; rastiya guhertin û veguhertina demokratîk e

Şerê di navbera hêzên hegemonîk ên cîhanê de gurtir dibe, nexasim di navbera DYA ji aliyekî ve û Rûsyayê Cînê ji aliyekî din ve.

Di encama vî şerî de aloziyên li gelek dewletên cîhanê, Rojhilata Navîn û di nav de Sûriye dewam dikin.

Der barê mijarê de, endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo ji ANHA re axivî.

Dîbo got: “Em pêvajoyoeke demkî dijîn, em nikarin bêjin dê kengî bi dawî bibe. Lê ez difikirim ku dê ne kin be. Ji ber ku ev pêvajo di 2000`î de dest pê kir. Em dikarin bêjin ku heta îstiqrareke şeklî çêbibe, ku bibe destpêka pêvajoya avakirina sîstema hegemoniyê ya pirserî ya sîstemeke nû ya têkiliyên navneteweyî ku ne wekî ya berê (ku hîna nehatiye binaxkirin) be, ev pêvajo dê 30 salan bajo. »

Dîbo diyar kir ku: “Ne hêsan e ku çareseriyek li gorî hemû dewletên herêmî û navneteweyî pêk were. Her roja ku çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî xeta wê ya siyasî û li gorî biryara (2254) dereng dimîne, xeteriyeke mezin li ser giştî Sûriyê û li ser hebûna wê çêdike.”

Li gorî Dîbo, piraniya aliyên Sûriyê xwe wek mekanîzmayên proseya siyasî ya di navbera desthilatdarî û opozîsyonê de nîşan dan, lê belê li şûna çareseriyê, rola neçareseriyê lîstin.

Sîhanok Dîbo wiha dewam kir: “Bêyî dîtina çareseriyeke aştiyan ji doza kurdî re, em nikarin Rojhilata Navîn wek herêmeke ewle bihesibînin. Dozên sereke yên çareseriyê yên bi rêya modela Rêveberiya Xweser, dozen jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekbûna çarenûsê ne. Divê em niha bi vê bifikirin, ku ev model dikare bibe destpêkeke nû li Sûriyê û herêmê.”

Dîbo tekez kir: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke li hember projeyên ji bo rûxandina li dijî Rojhilata Navîn. Bo nimûne, ev proje li pêşiya Osmaniya nû sekinî. Her wiha tovika bingehîn ku projeya DAIŞ`ê li herêmê bi bin xist, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû ku stûna wê YPG/YPJ`ê ye.”

Dîbo amaje bi xeta sêyemîn jî kir û got: “Ev xet tê wê wateyê ku em ne bi jinûve hilberandina pergala navendî ya zordest re ne. Di heman demê de ne bi opozîsyonê re ne. Xeta sêyemîn ; rastiya guhertin û veguhertina demokratîk e ku pêwîstiya sûriyan pê heye. »

Dîbo daxuyand ku NY`yê ji kêliya hatiye avakirin de, di pêkanîna berpirsyarî û rêgezên ku li ser ava bûye de bi ser neket û got, “Divê guhertin di hemû saziyan de pêk were da ku cîhaneke ewletir, aramtir û bi îstiqrartir pêk were.”

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo wiha dawî li axafina xwe anî: “Diyaloga rasteqîn ji Sûriyê û heta her herêmeke şer. Ruxmî ku her kes tev li şerê dewletên hevrik bûne, yan jî tê de pir çûne, dibe ku veger zehmet be, lê belê ji bo diyalogê dem pir dereng neketiye. Diyaloga navneteweyî, herêmî û xwecihî ku dê avakirina yekitiyên neteweyên demokratîk bi encamp bibe. Wekî rengên heyî ku nekarîn serdema împeratoriyan bi dawî bikin.”

Back to top button