ManşêtNûçe

Şêxên eşîreke kevnar li gundewarê Dêra Zorê piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re piştrast dikin

Kesên navdar û şêxên eşîra “El-Begara” (duh, Şemiyê) daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin, tê de soza hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re û radestkirina kesên tên daxwaz kirin û çekan, piştî kampanyaya Hêzên Sûriyeya Demokratîk “QSD” dan. Navdar û şêxên eşîra “Begara” hevkariya xwe bi rayedarên pêwendîdar re ji bo radestkirina bazirganên narkotîkê piştrast kirin.

Her wiha di daxuyaniya xwe de tekezî li ser piştgirîkirina projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Daxuyaniya rûspiyan û êlên Bagara di çarçoveya kampanyaya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gundewarên rojavayê Dêra Zorê ji bo lêgerîna kesên daxwazkirî û bazirganên madeyên hişber, û belavkirina çekan di nav kesên ku dihat xwestin de, hat destpêkirin.

Back to top button