
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam e, duh careke din piştî nimêja înê li bajarê Zahîdan gel daket qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hate gotin ku ew ê serhildanê bidomînin û gelek jin jî tev li çalakiyan bûn.
Duh melayê mizgefta Meek ya Zahîdan di nimêja înê de ragihand ku “yek netew û yek ol nikare welat bi rê ve bibe” û rêveberiyên bi vî awayî hemû têk çûne.
Her wiha duh li Seqiz û Dêwlanê komeke çiyageran berê xwe da çiyayên Rojhilatê Kurdistanê. Çiyageran diyar kir ku heya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ser bikeve, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. Çalakvanan agirê Newrozê pêxist û li ber govend gerand.