ManşêtNûçe

Serhildana “Jin Jiyan Azadî” li rojhilatê Kurdistanê û Îran dewam dike 

Serhildana gelê rojhilatê Kurdistan û Îranê a li dijî hikûmeta Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya Kurd ji aliyê rejîmê ve zêdetirî 7 mehan e dewam dike. Şeva borî jî gelên azadîxwaz ên li bajarên cuda teqez kirin ku divê ev şoreş heta bigihîje armanca xwe ya dawî berdewam bike.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, li bajarên Kerman, Tahran, Sarî, Gîlan, Dehloran, Karaj û hin bajarên din gel li kolanan bûn. Ji bo hilweşandina rejîmê û pêkhatina armancên xwe bi berzkirina dirûşman, şewitandina pankartên hikûmetê, wêneyên Hamaney, Humeynî û Qasim Silemanî çalakiyên xwe didomînin. Her wiha bi şewitandina alên Besîc û Îranê û belavkirina grafîtî û belavokan bang tê kirin ku li dijî Komara Îslamî xwepêşandanên berfirehtir werin lidarxistin û heta azadiyê dev ji qada têkoşînê bernedin.

Hinek jin jî bi cil û bergên bijarte derketin kolanan û bersiveke tund nîşanî gotinên gefxwarinê yên Elî Hamaney û Ehmed Riza Radan dan.

Back to top button