ÇalakîManşêt

Şêniyên Qamişlo li dijî êrîşên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xistin

Îro Çarşemê li bajarê Qamişlo xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin û tê de şêniyan êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê şermezar kirin û herwiha Xwepêşanderan bang li hemû hêz û aliyên siyasî jî kirin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û ji holê rakirina faşîzmê zêdetir hewl bidin.

Xwepêşandan li pêşiya dermanxaneya “Deham” a li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo dest pê kir û xwepêşanderan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û pankartên bi nivîsa “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji dagirkerî û qirkirinê re” hilgirtin.

Xwepêşandan bi vê boneyê li çerxereya El-Felahîn a bajarê Qamişlo kom bûn û axaftin kirin, piştre girseya gel ji bo rêzgirtina ji canê şehîdên azadî û rûmetê deqeyek rêz girtin.

Pişte endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat “Silêman Ebûbekir” gotarek pêşkêş kir û tê de daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir ku rola xwe di rawestandina tawanên berdewam ên Tirkiyê li dijî gelên herêmê de bilîzin.

Silêman Ebûbekir di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku bêdengiya navdewletî ji bo berdewamiya komkujiyên Tirkiyê ji aliyê Tirkiyê ve sedemek teşwîqê ye û got: Bêdengiya navdewletî Tirkiyê dihêle ku zêdetir sûcên qirkirinê li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk bîne.

Di çarçoveyeke cuda de, endamê Partiya Yekîtiya Demokrat “Silêman Ebûbekir” bal kişand ser çewsandina ku ji aliyê rejîmên niştimanperwer li parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan tê kirin, ku wan ji mafên herî bingehîn ên xwezayî yên mirovî bêpar dike, û mînaka herî nêzîk kuştina jina ciwan a kurd (Jîna Emînî) ya vê çewsandinê ye.

Silêman Ebûbekir di dawiya axaftina xwe de kuştina keça Kurd (Jîna Emînî) li Tehranê bi destê rayedarên Îranê piştî desteserkirina wê bi hinceta ku şert û mercan pêk neaniye (hicaba rast) şermezar kir.

 

Back to top button