ÇalakîManşêt

Şêniyên Girkê Legê şehîdên 5 mehan bi bîr tînin

Di 28’ê Îlona 2023’an de bi sedan şêniyên Girkê Legê û gund û bajarokên girêdayî wê li Navenda Çanda Aram Dîkran a bajarê Rumelan kom bûn û şehîdên 5 mehên pênc, şeş, heft, heşt û nehan bi bîr anîn.

Rêheval Bavê Baz bi rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest bi bîranînê kir û piştre navên şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legî ve hatin xwendin. Piştre rêheval Zîlan li ser Şoreşa Rojava û fedekariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkez anî ziman çandina tovên hezkirinê, pêkanîna projeya biratiya gelan axivî.

Piştre mûm hatin pêxistin û sînevîzyona li ser şehîdan hat nîşandan. Paşê navên şehîdan yek bi yek hatin xwendin û wêneyên wan dan dayîk û bavên şehîdan. Bîranîn bi dirûşmeyên netewî bi dawî bû.

Back to top button