roja ṣêniyên bajarê Girkê Legê, gund û bajarokên girêdayî wê bi boneya nehemîn salvegera Roja Cîhanî ya hevgirtina bi Kobanê ya cîhanîbi daxuyaniyekê ji raya giştî re bi bîr anî
daxuyanî li pêṣiya meclisa navçeya Girkê legê hat xwendin
daxuyanî ji hêla Şêrzad Hemo bi Kurdî û Erebî hat bi lêvkirin
Di destpêkê de lehengiya gelê Kobaniyê, Hêzên Parastina Gel, Hêzên Parastina Jin û qehremaniya Arîn Mîrkan a sembola rizgariyê nirxand
Piştre bal kişand ser serkeftina li Kobanê ku bûye mîrasa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû gelên cîhanê
Her weha jî li ser navê meclîsa navçeyê spasiya hemû kesên ku piştgirî dan berxwedana Kobanê, gel, rêxistin, hiqûqnas û hikûmetan jî di nav de kir
Piştre jî di daxuyaniyê de hat xwestin ku piştgiriya ji bo Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di bin gef, bombebaran û êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziyê de ne, bidome
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedan û serkeftina Kobanê ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta serkeftina li dijî terorê bibe ronahiyek
Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedan û lehengiya Kobanê, YPG û YPJ Rojava bi dawî bû