ÇalakîManşêtNûçe

Şêniyên firatê ji bo şehîd Pêşeng birûsk û Sara hogir daketin qadan

Bi hezaran şêniyên kantona firatê ji bo şehîd Pêşeng birûsk û Sara hogir riha yên ku li herêmên parastina mediyayê şehîd ketibûn meşek li dar xistin

Meş li bajarê kobanê li qada jina azad di bin boneya ” PÊŞENGÊN ME ROMETA ME NE EMÊ TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILÎNIN ” dest pê kir û berê xwe da qada şehîd egîd

Meş li wir rawestiya û deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat girtin, piştire li ser navê rêveberiya xweser Ferhan hec îsa axivî û wiha got : em bejina xwe li hember şehîd pêşeng û sara ditewînin û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîrtînin, her wiha bal kişand li ser kiriyarên dewleta tirkiyê ya dagirker ku di derheqê kurdan de dike.

Di dawiyê de bi siloganên bijî berxwedaniya gêrîla beşdarî konê her du şehîdan bûn.

 

Back to top button