ÇalakîManşêt

Şehba – PYD’ê bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina partiyê civînek li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina partiyê li kantona Şehba civînek li dar xist.

Di civîna ku di bin diruşmeya “Bi ruhê şerê gelê şoreşgerî, em 19emîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pîroz dikin” li gel endamên partiyê yên nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bû

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, endamê Meclisa Giştî yê partiyê Esed Menan axaftinek kir ku tê debixêrhatina mêvanan kir û salvegera damezrandina partiyê li ser giyanê şehîdên azadiyê û şehîdên partiyê yên ku xwîna xwe feda kirin da ku tekoşîna partiyê ber bi serkeftinê ve bidome pîrozkir, û vê boneyê li hemû endamên partiyê û hemû gelên Sûriyê yên têkoşer pîroz kir.

Esad Menan li ser dîroka damezrandina partiyê, têkoşîn û hewldanên heta roja me hatiye dayîn, hewldanên dagirkeriya Tirk ên ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk a ku bi fikir û felsefeya Rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan tê temsîlkirin, axivî.

Di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bilindkirina pêngava têkoşîn û berxwedanê ya ber bi azadî, hevgirtin û xebatên hevpar ên ji bo gihiştina armanca xwe ya herî mezin û ew azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadkirina her milî ji axa me ye dagirkerî.

 

Back to top button