ManşêtNûçe

Schmîdt: Em bang li rayedarên CPT’ê dikin ku qedexeya serdana parêzeran were rakirin

Di meha Nîsanê de Yekîtiya Hiqûqnasên Ewropayê yên ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (ELDH) û Lawyer for Lawyerê nameyek ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Komîsyona Ewropayê (CPT) re şandibûn û xwestibûn bila CPT biçe Îmraliyê.

Di 14’ê Îlonê de bi piştgiriya heman rêxistinên hiqûqê jî bi sedan parêzeran li Brukselê civîneke çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ji bo ku ew biçin Îmraliyê wan nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandine.

Di malpera The Brûssels Tîmesê de Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmîdt derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Schmîdt diyar kir derbarê tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber destê wan agahiyên nû tune û got “Hevdîtina bi parêzer û malbata wî hatiye qedexekirin. Di Adara 2021’an de di telefonê de axaftineke kurt hate kirin û piştî wê tu têkilî çênebûye.”

Schmîdt diyar kir şertên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî neguheriye û got “Di sala 2019’an de ji xeynî serdemekê destûr nehate dayîn ku parêzerên wî bi wî re hevdîtinê bikin. Nayê zanîn ku bê ka nameyên ji wî re hatine şandin, gihiştine wî yan na. Destûr nayê dayîn ku ew jî nameyan binivîse.”

Schmîdt bersiv da pirsa ‘Gelo Yekîtiya Ewropayê yan jî Servîsa Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (EEAS) ji bo Ocalan dikarin tiştekî zêde bikin an na’û bal kişand ser bersiva nivîskî ya ku Endamê Komîsyonê ya Komîsyona Ewropayê Johannes Hahn derbarê şertên girtîgehên li Tirkiyeyê di Nîsana 2019’an de bersivek dabû.

Li gorî bersivê Komîsyonê diyar kiriye li girtîgeha Îmraliyê di navbera girtiyan û cîhana derve de temas û têkilî tune.

Komîsyonê gelek caran bang li Tirkiyeyê kiribû ku bila raporên CPT’ê biweşîne û li gorî polîtîkaya ji êşkenceyê re qet tolerans tune û li gorî standardên Ewropayê tevbigere.

Li gorî The Brûssels Tîmesê, Thomas Schmîdt ji YE û CPT’ê tiştên zêdetir hêvî dike.

Scmîdt diyar kir Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell baş bi rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê dizane û got “Ji bo başkirina şertên girtîgehê yê Ocalan, divê banga başkirinê bike.”

Schmîdt  got “Ji ber ku serdana parêzeran hatiye qedexekirin, ji bo ku derbarê Îmraliyê lêpirsînek were vekirin divê ev tişt bibe sedem. Em bang li rayedarên CPT’ê dikin ku bila tevdîrên pêwist bistînin, qedexeya serdana parêzeran were rakirin. Herî dawîn du sal berê CPT çûbû serdanê. Ji wê rojê û vir ve şert gelekî giran bûne. Ji ber vê divê CPT dîsa biçe serdana Îmraliyê û derbarê serdanê raporekê amade bike.”

ANF

Back to top button