ManşêtNûçe

Şandeyeke tevgerên jinan ên Skoçyayê serdana Koordînasyona Jinan kir

Di nûçeya malpera Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin, şandeyeke tevgerên jinan ên  Skoçyayê serdana koordînasyonê kir.

Armanca vê serdanê ew ku sîstema Rêveberiya Xweser, sîstema jinê ya di nava Rêveberiya Xweser de, rêzikname û qanûnên taybet ên bi jinan e bê naskirin.

Di serdanê de karên Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêmanên ku ser kar dike û projeyên aborî hatin nîqaşkirin.

Şandeyê pesnê tecrûbeya Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê da. Her wiha diyar kir ku divê hevkarî di navbera tevgerên femînîst de were xurtkirin da ku rewşa jinan were başkirin û edalet û wekhevî werin mîsogerkirin.

Back to top button