ÇalakîManşêt

Şandeyek ji têkiliyên partiya me serdana dêra Mar Boutros Pauls li Qamişlo kir

Şandeyeke ji Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, duh 20’ê Berfanbarê serdana dêra Mar Boutros Pauls li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya partiya me ji hevsroka hevbeş ya nivîsgeha têkiliyên partiyê Erfîa Bekir, Ednan Ferman û Luqman Eebdul Rehman endamên nivîsgeha têkiliyên partiyê pêk hat.

Ew ji aliyê keşeyê Dêra Mar Boutros Pauls, Bav Yûsif Metanes Asî ve hatin pêşwazîkirin.

Di destpêka serdanê de şandeya partiya me sala Mîladî ya nû ji bo pêkhateyê Xiristiyan pîroz kirin, di serdanê de li ser rewşa pêkhateyên Xiristiyanî bi gitşî û mezhebeya Suriyanî bi taybet li bakur û rojhilatê Sûriya nîqaş hate kirin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hate gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekez kirin ku rewş pêwîstî bi hevgirtina gel heye, ji bilî wê yekê ku pêwîste bi hev re kar bikin ji bo gihîştina Sûriyeke demokratîk û nenavendî.

 

 

Back to top button