ÇalakîManşêtPYDRojava

Şandeyek ji rêxistina Berçav serdana navenda me li Qamişlo kir

Duh di dîroka 2023-2-5 şandeyek ji rêxistina Berçav serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji Farûq Hecî Mustefa li gel ekîbek ji rêxistina Berçav pêk hat.

Hevserokatiya nivîsgeha têkiliyan ya Partiya Yekîtiya Demokrat Erîfa Bekir û Mezlûm Xelîl pêşwaziya şandeyê kirin.

Di sedranê de nîqaş li ser geşdanên siyasî li ser qada Sûriya bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet hat kirin, wekî din gefên Tirkiyeyê yên domdar û dagirkirina herêmê, her wiha hedegirtina rojane ku bandorê li ewlehî û aramiya herêmê dike.

Di dawiya serdanê de piştgirî dan projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku tevahiya pêkhateyên herêmê di nava xwe de dihewîne.

Back to top button