JinManşêtNûçe

Şandeyek ji nivîsgeha jin a MSD serdana navenda partiya me li Qamişlo dike

Îro Şandeyek ji nivîsgeha Meclisa Sûriyeya Demokratîk serdana Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat li bajarê Qamişlo kir, bi armanca nîqaşkirina rewşa jinan bi giştî çi di hundirê partiyên siyasî de an derveyî wê û birsgirêkên li pêşiya wan derdikeve û çawaniya li hember wê bisekinin.

Şande ji endama meclisa serokatiya MSD Canda Mihemed, berdevka bi navê nivîsgeha jin navenda Qamişlo Şêra Osê, û endama nivîsgeha jin li Qamişlo Hindrîn Mihemed pêk hat.

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokrat Sema Bekdaş, berdevka Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokrat Zehra Semo û endama têkiliyên jin di partiyê de Nisrîn Tahir pêşwaziya şandeyê dikin.

Di destpêka serdanê de nîqaş li ser geşdanên siyasî li ser asta herêmî û cîhanî hat kirin, bal hat kişandin li ser hemleya Dêra Zorê û pêşketinên dawî, her du aliyan îşaret kirin ku ev hemle di civîna Asîtaniyayê de hatibû pilan kirin.

Wekî din li ser rewşa jin bi giştî hat nîqaş kirin, bi taybet rola wê di nava partiyan û hêzên siyasî û pirsgirêkên li hember jinan derdikeve, û nîqaşkirina pêşîniyar û çareseriyên guncaw.

Di dawiya serdanê de her du aliyan tekez kirin li ser avakirina xebatên hevbeş di navbera wan de ji bo çalakirina rola jinê bi awayekî mezintir, çi di nava hêzên siyasî a saziyên Rêveberiya Xweser de.

Back to top button