Nûçe

Şandeyek ji Meclisa Jin a PYD’ê beşdarî civîna Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşeroj bûn

Şandeya Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser vexwendina Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, beşdarî yekemîn civîna berfireh a jinan a Partiya Sûriyeya Pêşeroj bû.

Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşeroj yekemîn civîna xwe bi dirûşmeya “Bi îradeya jinên azad û rêxistinkirî em Sûriyeya pêşerojê ava dikin” li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê li dar xist.

Endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rîm Idrîs û Sebah Cuma berdevka nivîsgeha jin a partiyê li Reqayê tevî bi dehan endamên meclis û nivîsgehên jin ên li Reqayê kar dikin, beşdarî civîna Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bûn.

Di civînê de gelek axaftin li ser rola jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berpirsyarî û erkên jinên rêxistinkirî û rola wê di avakirin û parastina civakê de hatin pêşkêşkirin.

Back to top button