ManşêtNûçe

Şandeya Kanadayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye

Şandeyeke Kanadayî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser diyar kir.

Şandeya Kanadayê, ji sentora Parlamentoya Kanadayê Kîm Butt, profesorê alîkar yê hiqûqê yê Zanîngeha Otawa û Zanîngeha Dalhousie Alex Neff, balyozê berê yê Kanada yê ji bo Baltîk Scott Hethrengton û endamê Komeleya Hiqûqî ya Ontario Hedit Nizami pêk dihat.

Şande, ji aliyê cîgirên hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, Robêl Beho û endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve li navenda daîreyê hate pêşwazîkirin.

Fener El Giêt destnîşan kir ku çareseriya yekane, diyaloga Sûriye-Sûriye ye û bang li civaka navneteweyî kir ku destekê bidin xebatên çareserkirina kirîza Sûriyeyê li gor biryara 2254.

El Giêt derbarê darizandina çeteyên DAÎŞ’ê de bang li hikumeta Kanadayê û civata navneteweyî kir ku piştgirî bidin Rêveberiya Xweser û dadgeheke adil ji bo wan çeteyan ava bikin nexasim ku ew bûne bombeyeke demkî û li herêmê û cîhanê metirsî ne.

Kim Butt wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me ku divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide vê rêveberiyê ku bi tevahî hêza xwe dixebite ji bo ku edaletê, wekheviyê û mirovahiyê dabîn bike. Hewldanên wê yên mirovî li ber çavin ku divê civata navneteweyî û Kanada ji ber wê, hewldanên xwe zêde bikin.”

Dalhousie Alex Neff got: “Ji bo çareserkirina van zehmetiyên mezin û naskirina fedakariyên bêhempa yên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAÎŞ`ê de kirine, em bi awayekî cidî bi rola ku divê Kanada wek endameke civata navnetewî bilîze û divê civaka navnetewî û Kanada pêkêş bikin, difikirin.”

Neff wiha domand: “3 aliyên bingehîn hene ku em bawer dikin hikûmeta Kanadayê dikare pêk bîne û divê roleke mezintir tê de bilîze. Ew jî evin; pêwistiya me bi hewldaneke cidî ji bo vegerandina kanadayiyan û hemwelatiyên biyanî yên din. Herî zêde ji bo me kanadayiyên li kamp û navendên girtinê, girîngin. Divê Kanada rolek di vegerandina wan de bilîze.”

Neff wiha lê zêde kir: “Ji demeke dirêj de em bangên Rêveberiya Xweser ya ji bo avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darizandina çeteyan dibihîsin, lê mixabin civata navneteweyî van bangewaziyan paşguh dike. Ji ber wê jî vegerandin û darizandina xwecih û ya navnetewî çareseriya dadmendî ya herî raste. Emê hewl bidin ku Kanada roleke navendî di vî warî de bilîze.”

Back to top button