JinManşêtNûçe

Şandeya Jinên Rojava dan û standinên xwe yên li Ewropayê didomîne  

Şandeya Jinên Rojavayî ji bo aşkerakirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dan û standinên xwe yên li Ewropayê didomîne.

Şande li Swîsreyê hevdîtinan bi gel re pêk tîne û geşedanên li Rojava ji raya giştî re parve dike. Li gel saziyên Ewropayî şandeya ku bi Navenda Civaka Kurd a li dîasporayê re hevdîtinan pêk tîne ji endama Hevbendiyên Demokratîk û Ragihandinê ya Kongra Starê Rûken Ehmed û endama Civaka Ereban, Koordînasyona Jinan a Zenûbiya û hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê Xewla El Îsa pêk tê.

Rûken Ehmed û Xewla El Îsa tev li panela ku li Kampusa Zanîngeha Zurîhê bû ya li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat lidarxistin.

Rûken Ehmedê der heqê geşedanên li Rojava de agahî dan. Rûken Ehmedê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber dewam dikin û di van êrişan de kadroyên pêşeng ên şoreşê tên hedefgirtin û lê zêde kir ku hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Rûken Ehmed gotinên xwe wiha berdewam kir, “Her roj dron li ser asîmanê me difirin. Dema em sibehê ji mala xwe derdikevin em xatirê xwe dixwazin û wisa derdikevin. Koalîsyona Navneteweyî dibêje ku em li dijî van êrişanan in lê danûstandina dronan ya bi Tirkiyeyê re berdewam dikin. Li vir armanc hedefgirtina pêşengên şoreşê û tirsandina gel e lê bi ser nakevin. Mixabin nahêlin ku Rêveberiya Xweser planên demdirêj saz bike. Çimkî her roj êriş li ser me pêk tên. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku tevlîhevî derbixînin her tiştê ku ji destê wan tê dikin. Sûcên şer dikin. Dibistan, mizgeft, hemû tiştên ku sivîl bi kar tînin hedef digirin. Armanca wan a sereke tepisandina şoreşê ye.”

BI SAYA KURDAN MIN NASNAMEYA XWE A JINÊ NAS KIR

Di panelê de hevseroka Komîteya Perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koordînasyona Jinan a Zenûbiya Xewla El Îsa guhertinên di navbera serdemên Reqaya di bin kontrola DAIŞ’ê û Reqaya ku hate rizgarkirin de anî ziman. Xewla El Îsa diyar kir ku beriya hatina Kurdan, çeteyên DAiŞ’ê propagandaya ‘Dema Kurd bên wê her kesî bikujin’ dikir, lê berevajî vê yekê min bi saya şoreşê nasnameya xwe ya jinê nas kir. DAIŞ’ê digot dema ku Kurd werin wê her kesî bikujin, bi van gotin û propagandayên qirêj bang dikir ku gel bi Kurdan re bikeve şerî. Lê belê dema ku Kurd hatin, tu tiştên ku dihatin gotin pêk nehatin. Min nasnameya xwe ya jinê bi Kurdan re nas kir. Niha hîn jî êrişên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin û bi taybet dewleta Tirk dike ku van êrişan zêdetir bike. Dewleta Tirk piştevaniya DAIŞ’ê dike. Armanca wan ew e ku li herêmê tevliheviyê çêbikin.

HEVDÎTIN BI WEZARETA KARÛBARÊN DERVE A SWÎSREYÊ RE

Şande wê bi endamên saziyên sivîl ên Swîsreyê û her wiha gelê Kurd ê li Swîsreyê re hevdîtinan pêk bîne û sûcên şerî yên dewleta Tirk a dagirker wekî  dosyayekê pêşkêş bike. Şande dê bi Wezareta Karên Derve a Swîsreyê re jî hevdîtinê pêk bîne û 19’ê Mijdarê temasên xwe bi dawî bike.

Şande dê 17’ê Mijdarê saet di 18:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê, 18’ê Mijdarê saet di 14.00’an de li Navenda Çanda Rojava ya Zurîhê û 19’ê Mijdarê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê hevdîtinên gel pêk bîne.

 

Back to top button