ManşêtNûçe

Şandeya jinan têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan serdana Konseya Ewropayê

Şandeyeke jinan a navneteweyî ku ji aliyê Tevgera Jinan a Azad a Kurdistanê ve hate birêxistinkirin, ji bo balê bikişîne ser rewşa rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke mutleq de ye û 22 meh e agahî jê nayê wergirtin, serdana Konseya Ewropayê kir.

Şandeyê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku şande tev li hin rûniştinên li komîteyên cuda yên Konseya Ewropayê bû, li gel hevdîtina bi hin parlamenteran re, her wiha li gel hin kesên ku di nava komên cuda yên konseyê de dixebitin, hevdîtin kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di hevdîtinan de girîngiya ‘mafê hêviyê’ hatiye destnîşankirin û hate bibîrxistin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan kiriye ku girtî divê bikarin bi malbat û parêzerên xwe re timî hevdîtinan bikin.

Şandeyê diyar kir ku hin endamên Konseya Ewropayê soz da ku di raporên xwe de yên ji niha û pê de balê bikişînin ser van mijaran.

Di hevdîtinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li gorî hikumên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tev nagere. Şandeyê diyar kir ku muxatab jî li gorî lezgîniya hevdîtina bi Abdullah Ocalan tev nagere û got: “Şande bi israr dixwaze ku hemû parlamenterên Konseya Ewropayê divê zextê li medyayê bike ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê baş bê fêhmkirin bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo ev welat li gorî pêwîstiyên hurmeta li mafên mirovan tevbigere û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bi cih bîne, hewl bê dayîn.”

Back to top button