ManşêtNûçe

Şandeya ciwanan a Rêveberiya Xeweser li Bremenê ye

Şandeyek ji 3 jinên ciwan ên gelek rêxistinên siyasî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, ji bo hevdîtinan pêk bînin hatin bajarê Bremen ê Elmanyayê

Şandeya ku li Zanîngeha Bremenê û Parlamentoya Eyaleta Bremenê hevdîtin pêk anî, hem bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û hem jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk agahî dan.

Navên şandeyê ev in: Berdevka Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn Medya Mihemed Seîd, tifaqa ku ji aliyê rêxistinên ciwanên demokratîk ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve hatiye avakirin, Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Sûriye û Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan (Yekitiya) Nadîa Yûsif û Berdevka Ereb a Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Leena Tharîr.

Rawestgeha yekemîn a şandeya Rêveberiya Xweser Zanîngeha Bremenê bû. Şande beşdarî panela “Ciwan, Perwerde, Xwerêveberî” ya ku li Zanîngeha Bremenê ku bi Zanîngeha Rojava re projeyên perwerdeyê yên hevpar organîze dike, hat lidarxistin û ezmûna Rojava ya li ser pirsgirêka ciwan û perwerdeyê parve kir.

Medya Mihemed Seîd, Nadîa Yûsif û Leena Tharir ku ji aliyê Înîsiyatîfa Lêkolînên Hevbeş, înîsiyatîfa hevpar a xwendekaran a Zanîngeha Rojava û Bremenê ve hat organîzekirin, li ser polîtîkaya ciwanan a pergala kapîtalîst, rola ciwanan a di civaka demokratîk de, çareseriya pirsgirêkan, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û pirsgirêka perwerdeya ciwanan axivîn.

Endamên şandeyê diyar kirin ku projeya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Şoreşa Rojava re pêk hatiye û gotin ku pirsgirêkên perwerdehiyê yên ciwanan bi gotina Abdullah Ocalan dikarin bên çareserkirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser piştre çû serdana Parlamentoya Eyaleta Bremenê. Şande ewil beşdarî civîna parlamenterên ciwan ên Parlamentoya Eyaleta Bremenê bû. Paşê bi endama Partiya Keskan û Alîkarê Serokê Parlamentoya Eyaletê Şahanim Gorgu, endamê Die Linke û Sekreteriya Meclîsê Cindî Tuncel û parlementerê Die Linke Muhlis Kocaga re hevdîtin kir.

Şandeyê destpêkê der barê rêxistinbûna ciwanan, xebatên jinên ciwan, xweparastin û xebatên rêxistinkirina di nava sînorên Rêveberiya Xweser de agahî dan. Şandeyê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser jiyana civakên cuda û pêwîstiya naskirina statuya siyasî ya Rêveberiya Xweser.

Şande piştî civîna li Parlamentoya Eyaleta Bremenê beşdarî panela li Lagerhaûsê bû û têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Şoreşa Rojava de agahî dan.

Back to top button