ÇalakîManşêtNûçePYD

Şandeke ji Desteya Niştîmanî ya Erebî serdana navenda partiya me ya li Qamişlo kir

Îro yekşemê, şandeke Desteya Niştimaniya Erebî serdana navenda partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li bajarê Qamişlo kir, ji bo pîrozkirina lidarxistina kongreya 9emîn ya partiyê û hilbijartina Saleh Muslim û Asiya Abdullah wek hevserokên partiyê.

Şanda mêhvan ji Cîgirê Serokê Desteya Niştîmanî ya Erebî Wehîd El-Hacî, her du rêveberên Nivîsgeha Jinan Wesayîf El-Dendeh û Newal El-Mezyad, berpirsê Desteya Ciwanan Yahya El-Zab û rêvebir Razan Munir, pêk hat.

Şande ji hêla hevserokatiya hevbeş ya partiyê Salih Muslim û Asiya Abdûllah, hevserokatiya nivîsgeha têkiliyên partiyê Erîfa Bekir û Mezlûm Xelîl, hatin pêşwazî kirin.

Di destpêkê de şanda Desteya Niştimanî ya Erebî lidarxistina kongireya 9emîn a partiyê û hilbijartina serokatiya hevbeş pîroz kir û hêviya serkeftinê di kar û çalakiyên wan de xwest û îşaret bi wê yekê kir ku kongirê Partiya Yekîtiya Demokrat di şert û mercên giran hat li dar xistin ku berî wê rêheval Ferhad Dêrk şehîd ket.

Derbarê gefên Tirkiyê li ser êrişkirina ser herêmê, şanda mêvan amadebûna Desteya Niştimanî bo her êrîşeke muhtemel li ser herêmê raghand û çi bikeve ser milê wê bike.

Geşdanên siyasî hatin nîqaş kirin û amadekariyên rûbirûbûna her êrîşeke Tirkiyê li ser herêmên me, pesna serkeftina projeya Rêveberiya Xweser hat kirin ku gel bi hemû pêkhateyên xwe ve bêyî dûrxistina ti aliyek di nav xwe de dihewîne.

Her du aliyan eşkere kirin ku dagirkeriya Tirk xeteriya serkeftina projeya Rêveberiya Xweser  li ser armanc û xeyalên wê yên dagirkirin û berfirehbûnê dizane, lewma dest bi operasyonên leşkerî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hewl dide ku parçeyên din dagir bike.

Her du aliyan behsa rola partiyan di bilindkirina hişyariya civakê û birêxistinkirina gel kirin wekî din bilindkirina hişyariya jinan, naskirina mafên wan û parastina wan di riya lidarxistina civînan li hemû herêman.

Back to top button