ÇalakîÇand û HûnerManşêt

Şandek ji partiya me serdana buroya Yekîtiya Rewşenbîran a li herêma Cezîre dike

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat pêk tîne ji partiyên siyasî û saziyên çandî re, îro şandek ji partiya me serdana buroya Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cezîrê li Qamişlo kir.

Şendeya partiya me ji berdevka fermî bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Sema Bekdaş, Xelîl Osman hevsrokê buroya têkiliyan di partiyê de, û endamê buroya têkiliyan di partiyê de Şêx Raxib el-Farsin pêk hat.

Ebdul Barî Ehmê berpirsyarê buroya têkiliyan di Yekîtiya Rewşenbîran, Hesîna Ehmed berpirsa buroya çalakiyan di Yekîtiya Rewşenbîran û Yasmîn Meşayix berpisra buroya Qamişlo di Yekîtiya Rewşenbîran li herêma Cizîrê pêşwaziya wan kirin.

Her du aliyan di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî li Sûriya bi taybet herêmên bakur û rojhilatê Sûriya behs kirin, wekî din pêşketinên dawî ên aborî, civakî û çandî.

Her du aliyan tekez kirin ku projeya Rêveberiya Xweser nûnertiya tevahiya pêkhateyan ji kurd, ereb, suriyan dike, destnîşan kirin li ser pêwistiya piştgirî û alîkariya Rêvberiyê di riya danûstedina nêrînan, hevgirtin, hevkariyê û xîtabkirina hemû pêşînyaran di navbera tevhiya partiyên siyasî, û saziyên çandî ji bo gihaştina çareseriya hemû dozan.

Her wiha her du aliyan di dawiya hevdîtinê de tekez kirin li ser pêwistiya li dijî pilanên dijmin bisekinin yên ku çêdikin ji bo afirandina fitneyan di navbera gelên herêmê de, ji ber ku saziyên çandî û partiyên siyasî peywendiya di navbera gel û Rêveberiya Xweser de ye ji bo xurtkirina têkiliyan di navbera wan de.

Back to top button