DaxuyanîHemerengManşêtNûçeyên Lezgîn

Şanaz Îbrahîm: Werin em eniyek nîştimanî û netewî ava bikin

Endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm derbarê êrîşên dewleta tirk de peyamek belav kir û wiha got: “Yan em baregehên xwe bigirin û herin malên xwe, yan jî werin em bi hevre sibê eniyek nîştimanî û neteweyî ava bikin. Werin em êdî rê nedin şikandina rûmet û birsitiya miletê me. Bila em xwe nekin şermezarê dîrok û nişfê nû yê vî welatî.”

Endama Desteya Rêveber ya Mekteb Siyasî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê YNK’ê Şanaz Îbrahîm derbarê dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistan û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir. Peyam ji malpera e.Rojane hatiye wergirtin.

Peyama Şanaz Îbrahîm wiha ye;

“Em baregehên xwe bigrin û biçîn malên xwe

Derdê cîhanê tiştek, reftar û serkêşiya hinek dewletan jî tiştek din e. Xema xelkê ya li ser vî zemînî, bi xwe jî çîrokek bi êş e. Xeyala hinek welatan jî ji bo dagirkeriyê çîrokek din e. Di vî dema ku hemû cîhan, ji bo çareseriyek ji nexweşiya koronayê re bibînin dixebitin de, cîranên me di vê rewşa metirsîdar de dev ji xewna xwe ya dagirkirin, plan û bernameya leşkerî bernadin.

Korona wer kir ku welatên cîhanê dev ji şer berdin û dest bi parastina welatiyên xwe bikin. Lê li Kurdistana birîndar, bi dehan êşên cûda. Divê erdnîgariya ku neteweyek baca coxrafî û dîrokî dide, li aliyek DAIŞ êrîşê gundên herêmên bi nakok dikin û gelek kes dibin qurbanî. Li aliyek din jî Îran ku bi xwe di nava qeyranekê de dinale, herêma me weke saheyek fitbolê lêkiriye. Çi dema ku dilê wan teng dibe, dest bi leyîstina fitbolê dikin û ji bo me hinek top dişînin. Li aliyek din dewleta tirk bê ku guh bide yasa û serweriyê, her şev ji asîmanan leşkeran dibarînin. Li ber çavê me û cîhanê, gund û navçeyan dagir û topbaran dike. Dewleta tirk ne tenê Herêma Kurdistanê, Iraqê jî weke bajarokek dibin desthilatdariya împaratoriya xwe de temaşe dike.

Bi kurdî û kurtî, ev beşa siyasî ya herêmê ye. Lê rewşa herêmê ji vê baştir nîne. Derbarê rewşa aboriyê de jî em dibînin hikûmet bi awayên cuda û bi şêwazê xwe, hewl dide êş û nerazîbûna niştecihan kêm bike. Em di vir de jî cuda ne.

Em ketine nava dû hikûmetên bê pêşeroj û bê desthilat. Em ketine nava dû hikûmetên dardestê sultan, axa û paşayan.

Ger em nikarin asîman, xak, sînor û erdnîgariya xwe bi parêzîn, ger em nikarin li ser jiyana şivanek û gulberojek dengê xwe derxîn, ger em nikaribîn parastina biryar û bernameyên xwe bikîn û weke pezê mirî serê xwe bitewînîn, ya baş ew e ku em baregehên xwe bigirin û herin malên xwe. Bila her kesek li mala xwe serê xwe şor bike.

Ev pêşniyara min ne tenê ji bo YNK’ê ye. Ji bo hemû hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye. Yan em baregehên xwe bigirin û biçin malên xwe, yan jî kerem bikin em bi hevre, sibe eniyek nîştimanî û netewî dirûst bikin. Bila em êdî rê nedin şikandina rûmet û derbazkirina sînorên xwe. Em rê nedin birsatiya miletê xwe. Bila em xwe nekîn şermezarê dîrok û nifşê nû yê vî welatî.”

 

Back to top button