
Partiya Yekîtiya Demokrat li navçeya Til Hemîs ya girêdayî kantona Qamişlo salvegera 20 emîn a damezirandina partiyê bi bîr anî, soz hat dayîn li ser şopandin û armanca partiyê heta pêkanîna civakeke demokratîk tê de hemû pêkhate bi azadî û demokratîk jiyan bikin.
Bi dehan ji endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên navçeyê li salona navenda Çandê ya rojhilatê navçeya Til hemîs kom bûn.
Navend bi wêneyên rêber Abdullah Ocelan û alên Partiya Yekîtiya Demorkat û pankartên li ser nivîsa( 20 sal ji têkoşîna berdewam ji bo xurtkirina projeya Netewa Demokratîk û pêkanîna azadiya jin û Sûriya Demokratîk) hat xemilandin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre gotina vekirinê hat kirin ji hêla endama di meclisa navçeya Til Hemîs de Belqîs El- Abdullah tê de Partiya Yekîtiya Demokrat bi boneya salvegera damezirandina wê pîroz kir, piştre hin gotinên pîrokirinê hatin kirin ji hêla serokên her çar desteyên sivîl yên girêdayî navçeya Til Hemîs( Meclisa Ebû Cirin, Meclisa Ekaz, Meclisa Til Ehmed, Meclisa Ceza).
Bi vê boneyê rêveberê di Partiya Yekîtiya Demokrat yê Til Hemîs Xalib Sedûn axivî û got: di vê boneya mezin rêberê aştiyê Abdullah Ocelan pîroz dikin her wiha tevahiya partiyên siyasî yên ku ji bo azadiya hemû gelan têkoşîn dikin.
Xalib Sedûn di gotina xwe de îşaret kir ser rola mezin ya ku partiya me pêk anî di bidestxistina azadiya gelên blindest, û got: 20 sal ji tecrûbeyan derbas bû li ser damezirandina partiya me û ji destpêka damezirandina wê bi gelek zehmetiyan derbas bû bi têkoşîneke tijî berxwedan û îsrar li ser bidestxistina armancên xwe ji bo bighêje civakek exlaqî û siyasî, bi hezaran ciwan ji bo vê yekê canê xwe feda kirin ji ber vê yekê bi partiya şehîdan tê nasîn.
Piştre endama Kongra Star li Til hemîs Hela El Casim axivî û tekezî kir li ser rola partiyê di azadkirina jinê ji desthilata baviksalarî ku hemû jin êşê dikşînin û got: Jinan gelek êş kişand ji zihniyeta baviksalarî ku rola jinê ji civakê dûr xistbû, heta ku Partiya Yekîtiya Demokrat wê ji zulmê azad kir, êdî roleke lîst di rêvberiya xwe û pêkanîna hemû armancên xwe û hebûna xwe îsbat kir di civakê de heta ku bû endamek giring û çalak di avakirina civakê de.