ManşêtNûçe

Salih Muslim: Teqîna li Stenbol-Taksîmê êrîşeke terorîstî ye   

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrîşa li Taksîma Stenbolê ji ANF’ê re axivî.

Salih Muslim bal kişand ku ev êrîş komployeke ji aliyê Hêzên Şerê Taybet ên dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin û wiha dewam kir: “Ev êrîşeke terorîstî ye û em jî weke her kesî vê êrîşê şermezar dikin. Ev entrîkayên Osmaniyan e û bi kêrî kesî nayê. Hêzên Rojava, QSD, Rêveberiya Xweser û PYD’ê me ji roja destpêkê ve gelek daxuyaniyên ji bo şermezarkirina vê êrîşê dan.”

Salih Muslim diyar kir, “Êrîşên li ser Rojava ranewestiyane. Dikarin vê hê bêtir xurt bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû hêz û hêzên me yên demokratîk ji vê re amade bin. Divê em tedbîrên xwe werbigirin.”

Muslim got “Tişta ku bi taybet Kobanê dikin hedef ji bo tolhildanê ye. Tolhildana Kobanê ji bo wan mijara hişmendiyê ye. Ji ber ku DAIŞ li wir têk çû. Ji ber vê jî Minbic û Kobanê dikin hedef. Ev jî nîşan dide ku wan senaryo amade kirine, dema derfet hebe wê êrîş bikin.”

Salih Muslim destnîşan kir “Li herêmên me kes êrîşkar nas nake. Li hesabên medyaya dîjîtal were nihêrîn tê dîtin ku têkiliya êrîşkar bi komên wekî OSO’yê re heye. Wêneyên ku bi alayên koma bi navê Sultan Murad hatine kişandin hene. Ew bi xwe ne Kurd e, ti têkiliya wî bi Kurdan û rêveberiya Rojava re nîne.”

Salih Muslim bang kir: “Bûyereke bi vî rengî ya provokatîf Kurdan dike hedef. Divê her kes, bi taybetî jî hêzên demokratîk li hember vê hişyar bin û bi hestiyar bin, baş dizanin ku ji salên 1970’an û vir ve ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve lîstikên bi vî rengî çawa tên çêkirin. Ez wisa difikirim ku haya raya giştî ya Tirkiyeyê jî jê heye. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Bi komployeke bi vî rengî bi taybet polîtîkaya navxweyî kirine hedef. Bi vê yekê re hewl dan ku temenê xwe dirêj bikin. Divê em baldar bin û tedbîrên pêwîst werbigirin.”

Back to top button