HevpeyvînManşêt

Salih Muslim: Gavên cidî ber bi çareseriya Sûriyê bi pejirandina Rêveberiya Xweser re destpê dike

Gelê Kurd li Sûriyê nîqaqşên bi armanc berdewam dikin yên yekîtiya refa Kurdî bi hêviya ku zûtirîn pêk bê, nîşanan destnîşan dike li ser pêkhatina pêşketinên mezin di van nîqşan de, her wiha krîza Sûriyê ket asteh hesas bi derketina hinek lihevhatinek navnetewî yak u hêviyê dide di çareseriya krîza Sûriyê û bi dawîkirina êşa gekl Sûriyê.

Jib o li ser vê û li ser hin geşdanên din biaxivin li ser qada Sûriyê malpera Prtiya Yekîtiya Demokrat hevdîtinek bi “Salih Muslim” re çêkir endamê desteya serokatiya Partiy Yekîtiya Demokrat, di hevdîtinê wiha hat:

Danûstendinên du navbera we û di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî gihye ku?

Danûstendin anha di reşeke navber de ye, tê xuyanîkirin ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî hewcdariyê hinek şîwirmendiyê dike, û ez texmîn dikim ku ji hefteyekê de ku du navera hev de şêwrîn ne, piştre çşn Hewlêrê ji bo bi aliyên ku ne hazir bûn li vir bicivin, dê bighêjin aliyekî diyar ji bo van nîqaşên ku çêdibin.

Bê guman ji hêla me em hêvî dikin ku ev nîqaş careke din çêbibe û di demeke nîzîk.

Di medeyayê de tê gotin ku însiyatîfa ku Fermendarê Giştî yê Hêzên sûriya Demokrat (Mezlûm Ebdê) derxist ji bo yekîtiya refa Kurdî li Sûriya bi alîkariya piştgirtiya Emerîkî û Ferensî ye; ev her dû dewlet çi dixwazin di derbarê bidesxistina vê tiştî?

Tevî vê piştgiriyê em weke gelê kurd û hêzên siyasî yên kurdî li Sûriya hewceya me bi vê yekîtiyê heye, gelek hewildan hebûn ji bo bidesxitina vê û dawiya wê însiyatîfa( Mezlûm Ebdê), ger yekîtiya netewa kurdî bi piştgrî û alîkariya hinek hêzên dost, ev ne ji hezkirina wan ji me re ye, ew berjewendiyên wê heye, û em jî berjeweniyên me hene, û tê xuyanîkirin ku berjewendiyên me yên hevpar di vê xalekê de (Yekîtiya Refa Kurdî) rastî hev bûn di ê pêvajoyê de, ev jî alîkariya me dike di avakirina Yekîtiya Refa Kurdî ya em dixwazin aniha tenê ê belê ji deh salan ve, eger hinek aliyî dibînin ku berjewendiya wan di der bare Yekêîtiya Refa Kurdî de heye silav ji wan re û em amade ne.

Berjewnwbdiyên van dewletan di der bare Yekîtiya Refa Kurdî çi ye:

Em nizanin, Ew pilanan dikin û kar dikin, hemû tiştê ku em zanin ku hinek piştgirî heye ji bo bidestxistina Yekîtiya Refa Kurdî ji hêla wan ve, bê guman plan û armancên wan hene piştî bidestxistina tiştên ku dixwazin, em jî anlîz û bendewariyên me hene di vê qonaxê de, dibe ku em hevdû bibînin ji bo Yekîtiya Refa Kurdî û ev dilxweûiyê bi me re çêdike.

Ma bighêjtina bidestxustina Yekîtiya Refa Kurdî dê bibe sedema pejirandina fermî bi Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê?

Me ev rêveberî û saziyên wê ava kir, Em wê wekî prototîpek dihesibînin ji bo Sûriyê û ji bo Rojhilata Navîn, bi rastî jî em dixwazin bighêjin naskirina fermî ji bo wê ni nava pêkhateyên gelê Kurd û di nava Opozîsiyona sûriyê de bi hêviya berfirehkirina vê modelê ku bibe mînakek ji bo çareserkirina Sûriyê, ji ber vê yrkê pêdiviye bi rengek naskirinê hebe ne naskirinek cuda ji Sûriyê be lê belê parçeyek ji Sûriya pêşerojê be, parçeyek ji Sûriya ne navendî, weke ku bi Opozîsyona Sûriyê hat pejirandin bi heman rengî Rêveberiya Xweser bê nas kirin, em bawer dikin ku piştî pejirandina bi vê rêveberiyê weke parçeyek ji Opozîsyona Sûriyê û parçeyek Sûriyê wê gavên cidî destpê bike ber bi çareseriya sûriyê.

Tê gortin di medeyayê de ku rêcîma Sûriyê ber bi guhertinê di çend sîaryoyên di malperên medeyayê hat belav kirin ma nerîna we çi ye?

Em tiştekî nizain di vê mijarê de, lê tê zanîn ku li ser axa Sûriyê hêzên Rûsî, Emerîkî, Tirî û Eyranî hene, her wiha Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê şer dikin heye, û dijberî di nav bera van hêzan heye, rêcîma sûriyê besiva vê rastiyê dide bi danûstendinê wê bi van her du hêzan( Rûsî- Îranî) ya ku ji bo parestina vê rêcîmê hatin, em zanin ku cudahî di navbera berjewendiyên her du hêzan heye( Rûsî- Îran) li Sûriyê, ji ber vê yekê em dûr naxin ku pevçûn di navbera rêcîma Sûriyê hebe, lê heta çi astî? Dûr yan nêzîk, yan jî wê encama wê çibe? Em wê nizanin, em dibînin ku ev zext yan ji bo guhertina rêcîmê bi awayekî erênî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, yan armanc dike ku hinek aliyên rêcîmê dûr bixe, ev anlîzên me ne.

Çarenûsa herêmên dagirkirî( Serê kaniyê, Efrîn, Girê Spî) piştî bidestxistina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî çi ye?

Em dibînin ku bidestxistina yekîtiya Refa Kurdî alîkare bi çareserkirina hemû meseleyên grêdayî gelê kurd li Roj Ava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeyên me û pilanên me hene, dost û dijminên me jî hene her wiha planên li dijî me hene, tiştê ku em dixwazin bidestxistina aştiya sivîl li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rizagrkirina herêmên dagirkirî ji pêşeyîn partiyê ye û Rêveriya Xweser e, lê pêştirîn ew e bidesxistina Yekîtiya Refa Kurdî ji ber ku wê alîkar be di rizgarkirina van herêman, em hemî dizanin ku Tirkiyê hincet dikir ku li dijî komek yan patiyek kurdî şer dike ji bo destser herêmên ku dagirkirine bike, lê dema ku refa kurdî bibe yeê wê hemû hincet bên winda kirin, her wiha wê piştgir û alîkarî zêdebibe ji aliyê dostên gelê kurd, û ji bo pêkhateyên ku bi wan re jiyan dikin ji Ereb û Suriyan û ji xeynî wan wê yekbûna refa kurdî ji berjewendiyên wan re be weke ku ji berjewendiyên me re ne.

Helwesta Rûsî ji nîqşên Yekîtiya Refa Kurdî çi ye?

Hêzên Rûsî li Sûriyê ne ji bo parestina rêcîma Sûriyê ye, û tu helwest ne girtina ji van nîqaşan, û ew hemû hewildanên xwe dikin ji bo vê armancê( parestina rêcîm), tu helwest li dijî van nîqaşan derneketiya, û em bi hêvî ne ku biestxistina Yekîtiya Kurdî xeranekin, ji ber ku em dibînin ku Yekîtiya Refa Kurdî ji berjewendiyên wane jî.

Di nava danûstendinan di navbera Rêveberiya Xweser û rêcîmaa Sûriyê tu kenalên ragihandinê hene?

Rêveberiya Xweser daxiyanîkirin bi awayekî fermî ku rêcîma Sûriyê ragihand ku ew ne amadeye ji nîqaşê û danşstendinê bi Rêveberiya Xweser ya Demokratîk di vê demê de, ev tê wateya ku danûstendin hatiye sekinandin.

Biryar hatiye ku zagona Qeyse wê meha bê wê bê ferz kirin, yê ku armanc dike her kes ku bi Sûriyê re kar dike. wê çawa herêmên Rêeberiya Xweser a Demokrat yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûrî bandora vê zagonên bê kiein weke ku Emerîka daxuand?

Zagona Qeyser hinekî ne nese, ji ber ku ew rêcîma Sûriyê ceza dike û her kesê ku pê re kar dike, em weke Partî û Rêveberî di hevdîtinên me de bi rêveberiya Emerîkî re me ew agahdar kir ku herêmên me divê bi vê qanûnê bandor lê nebe, wê jî soz da me ji bo vê, duh jî hinek rayederên Emerîkî daxuyandin ku Zagona Qeyser bandore li herêmên Rêveberiya Xweser nake, lê em nizanin ku ev çawa ye, em bi pereyê Sûriyê kar dikin û hîn jî, di herêmîn me de wê çawa bên qewirandin? Em nizanin, em bi hêvîne ku hemû gelê Sûriyê bi vê zagonê zirarê nebîne, û divê hemû sivîl û hem saziyên sivîl ji bin bandora van cezayan bên derxistin, lê ceza pirî caran nayê veqetandin di nava tiştên ku xizmeta sivîlan dike û tiştên ku rêcîmê xizmet dike, dibe ku zrar hebe, em bi hêvî ne ku bandora wê li ser herêmên me hindek bin.

Back to top button