ManşêtNûçe

Salih Muslim: Erkên dikevin ser milê me, em ê pêk bînin

Li paytexta Spanyayê Madrîdê civîna NATO`yê li dar dikeve û tê payîn îro civîn bi dawî bibe. Dihat çaverêkirin ku şerê Rûsya-Ukraynayê di civînê de bê nîqaşkirin, lê belê biryarên dijberî Kurdan tê de tên dayîn.

Duh Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku gavên berfirehkirinê yên NATO’yê, îlana dijminatiya li dijî gelê Kurd e.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ev rastiya ku NATO destkeftî, nirx, azadî û têkoşîna gelê Kurd ji bo gavên xwe yên berfirehkirinê bi kar tîne, îlana dijminatiya gelê Kurd e.

Fînlandiya û Swêd ku wekî nûnerên “demokrasiyê” hatin nîşandan bi dewleta Tirk a herî faşîst, qetlîamker û dijminê demokrasiyê re di 28’ê Hezîranê de li paytexta Spanyayê Madrîdê li ser polîtîkaya faşîst li hev kir. Ev yek durûtî û qirêjiya wan raxist ber çavan. Rastiya rûyê sîstema ‘demokrasiyê’ ya rojava di her alî de derket holê û deşîfre bû. Biryara piştgiriya bi Kurdan re ya di kongreya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de hat dayîn, pûç kirin û nîşanî her kesî dan ku ew dikarin ji bo berjewendiyên xwe her tiştî nîqaş bikin. Ev jî ji bo endamên wê yên ku jê bawer dikin û li civaka Swêdê neheqiyeke mezin e.”

Di dewama daxuyaniyê de, peymana di civîna Madrîdê ya NATO’yê li ser wê hat lihevkirin de wekî xwedîderketina li qetlîam û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a bi sedan salan a li dijî gelê Kurd bi rê ve dibe, hat hesibandin û wiha dewam kir: “Îro gelê Kurd, li ser dewleta faşîst a Tirk ku bi Peymana Lozanê Kurdistan kir mêtingeh û li ser axa wê bi xwe înkar, îmha û qirkirin li ser gelê Kurd ferz kir, bi hişmendî û birêxistinbûna xwe ya siyasî ya bilind, demokrasiyê ferz dike. Tu hêza dinyayê wê nekare vî gelî têk bibe. Dewleta faşîst a Tirk nikare pêşiya têkçûna xwe ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire, lewma difikire ku bi piştevaniya navneteweyî qirkirinê pêk bîne.”

Di hevpeyvîneke li gel ajansa ANHA de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, rewş û geşedanên dawîn nirxandin.

Muslim li ser dan û stasndinên ku dewleta Tirk ji bo destekdayîna komkujiyên li dijî Kurdan, got: “Tirkiye dixwaze ku her kes di şerê li dijî Kurdan û qirkirina wan de, her kes li kêleka wê bisekine. NATO jî vê yekê qebûl nake. Îro NATO xwedî stratejiyeke nû ye, şerê wî li dijî terorê ji bo wî mijareke stratejîk e. Eger dixwazin şerê terorê li Rojhilata Navîn bikin, ji bilî Kurdan kes tune ye vê bike. Kurd dikarin vê bikin, li ser erdê jî ev îsbat kirin, Kurd ne terorîst in, lê belê şerê terorê kirin. NATO jî vê yekê dizane.”

Muslim wiha axaftina xwe dewam kir: “Lê belê dibe ku guhertin hebin; mînak mijara Ukraynayê, bûyerên li Sûriye, Rojhilata Navîn û guhertinên heyî. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku 2001`ê dest pê kirin, NATO pê radibe. Di planên NATO`yê de tu dijberiya li hember Kurdan tune ye. Eger tiştekî bi vî rengî hebe, dê bihêle NATO bikule û nikaribe karê xwe di têkoşîna li dijî terorê de bi ser bixe.”

Têkildarî girtina qada hewayî ku partiyên kurdî, erebî û suryanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga wê kirin, Muslim ev tişt anîn ziman: “Qedexeya qada hewayî, ruxmî ku mijareke leşkerî ye jî, lê wekî xuya dibe ew beşekî qada hewayî di bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî, beşê din jî di bin kontrola Rûsyayê de ye. Eger ew her du rê nedin, kes nikare êriş bike. Lê ji bo mijara Kurdan, mijar ne tenê qedexeya hewayî ye, ev têrker nîne, ji ber ku bajarên me yên kurdî li ser sînorê bi Tirkiyê re ne bi dirêjahiya 30 km. Eger qedexe bê ferzkirin dê baş be, lê belê divê êrişên din ên bi top û moşekan jî bên rawestandin. Niha bajarên me ji aliyê topavêj û balafirên Tirkiyê ve bêyî ku bikevin sînorê Sûriyê, tên topbarankirin. Dikare ji dûrahiya 100 km jî li armancan bide.”

Muslim diyar kir ku qedexeya qada hewayî têrê nake, lê eger pêk hat dê gaveke baş be û bi domdarî got: “Bi ya min, wekî Lubnanê, eger hêzên Neteweyên Yekbûyî wekî çavdêr li ser sînor bên danîn, dê baştir be. Wê demê dê ew hêz bibînin kî kê topbaran dike, dê rastiyê ji nêz ve bibînin.”

‘KESEKÎ ÇEKÊ LI ŞÛNA ME RAKE TUNE YE ‘

Muslim diyar kir ku li dijî siyasetên qirkirinê divê xwe bispêrin hêza xwe û wiha dewam kir: “Berê jî ev yek hate îsbatkirin. Wekî ku xwediyên vê xakê tune ne û tu kes li ser najî, kes tune ye wê biparêze. Dema me li Efrînê 58 rojan li ber xwe da, tu kes li kêleka me nesekinî, wê çaxê me li hemberî NATO’yê şer dikir û li ser dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve lihevkirineke navneteweyî hebû.

Di mijara Serêkaniyê û Girê Spî de jî, ev bajar xwediyên wan hene û dê bi hêsanî terka wê nekin, gelê me amade ye û vê carê xwedî tecrube ye. Lewma em ê pişta xwe bi tu kesî xurt nekin, ji ber ku yên me pişta xwe da wan, li pişta me dan, çi Koalîsyona Navneteweyî dibe yan jî Amerîka û Rûsya dibe. Tu kesekî li şûna me çekê rake tune ye, em ê bi xwe şer bikin.”

Muslim têkildarî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk wiha axivî: “Ji bo piştevaniya siyasî û dîplomatîk pêwîst e ku sûdê li me bike. Eger ji Tirkiyê re gotin tu karekî şaş dikî, bi rastî jî ew niha vê dikin. Lê eger Tirkiye êriş kir, ez teqez dikim ku tu kes ê piştgiriya me neke. Ji lew re, em xwe ji vê re amade dikin, em bi xwe li ber xwe bidin, erdê me rûmet û namûsa me ye.”

Muslim bal kişand ser planên dewleta Tirk û wiha dewam kir: “Planên Tirkiyê û armancên wê ji 2019`an ve ew e ku Kurd, Ereb û Suryan ji bajarên wan bide koçberkirin, pê re jî van gelan qir bike, anku yan tu birevî yan bimirî. Ew bi vê nêrînê li me dinêre, lewma divê em parastina xak û welatê xwe bi xwe bikin. Ger dev ji welat berdin wê gavê em mirîne, ji ber vê mirina birûmet hêsantir e.”

Muslim wiha domand: “Divê tiştekî bike, bi rastî jî dê bike. Divê em bi xwe li ber xwe bidin da ku cîhan jî piştgiriya me bike, ji ber wê eger em ji bo erd û rûmeta xwe li ber xwe nedin, dê kes jî piştgiriya me neke.”

Salih Muslim behsa 2019`an kir û bi taybet dema dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kiryarên di wê demê de pêk hatin, li aliyekî em jê re ne amade bûn, li aliyê din jî Koalîsyona Navneteweyî ji bo rêgirtina li êrişên Tirkiyê destwerdan kir, banga vekişandina şervan û çekan kir. Lê dema me dît ev tevde ne rast e, Tirkiyê henekên xwe bi wan kir. Vê carê em ê nekevin vê şaşiyê û em ê pişta xwe nedin wan û gotinên wan.”

‘DIVÊ EM JI XWEPARASTINÊ RE AMADE BIN’

Muslim da zanîn ku her kêlî îhtimal heye ku dewleta Tirk êriş bike û wekî gel û hêzên parastinê divê ew ji xweparastinê re amade bin û wiha dewam kir: “Me kongreya xwe bi dirûşma şerê gel ê şoreşgerî li dar xist. Dijmin êrişî me dike û dixwaze bi rêya şerê taybet, tirsandin û topbaranê me qir bike. Lewma divê em amade bin, eger êriş bike dê avê jî li ser me qut bike û xerabtir jî bike, lewma divê em hesabê tîbûn û birçîbûnê jî bikin.”

Muslim diyar kir ku şerên li Efrîn an Serêkaniyê û Girê Spî ji wan re ders bûn û ew dizanin bê çi bikin û çi dikin, lewma divê gel jî xwe ji vê têkoşînê re amade bike.

Muslim diyar kir ku biryarên vê dawiyê li dijî Kurdan hatine dayîn, ne partiyeke kurdî tenê dike armanc û bi domdarî got: “Hêzên siyasî yên kurdî yên ku digotin planên wan PYD`ê ye, pir xeyalî dijîn. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî îsbata vê yekê ye. Piştî ku çete ketin wan herêman êdî tu kes ji wan nikare vegere wan herêmên dagirkirî, ji ber vê divê dersan jê derxin ku Kurd tevahî di hedefê de ne.”

Salih Muslim anî ziman ku armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e, ji ber vê divê ew refên xwe bikin yek, ger nikaribin vê yekê bikin, bila li kêleka Tirkiyê nesekinin û li dijî Rêveberiya Xweser şer nekin, li dijî gelê xwe dernekevin.

Muslim piştrast kir ku parastina Sûriyê erka her kesî ye, ji ber ku serdestiya wê tê binpêkirin û wiha pê de çû: “Dev ji rejîmê berde, rejîm dibe ku sibe were guhartin, lê dema serwerî tê binpêkirin ev erka her kesî ye. Kurd û Ereb û çi kesê ku dibêje ez sûrî me. Heta niha tu kesî parastina wê nekiriye, li Efrîn û Serêkaniyê jî binpêkirin hebûn, çi qasî me bang kir, tu kes bi hawara me ve nehat.

Divê baş bizanin ku kiryarên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tê kirin, guhartina demografîk e û dixwazin tecrubeya Lîwa Îskenderon dubare bikin. Niha ew heman planê dikin. Walî û rêveber diyar kirine, ziman û pereyên xwe bi kar tînin. Ew xwe li wir mayînde dibînin. Ev yek parçekirina xaka sûriyê ye.

Her kesî ji xwe re dibêje ez sûrî me, divê parastina yekitiya xaka Sûriyê bike. Ev ji me û ji rejîma Sûriyê jî tê xwestin. Erkên dikevin ser milê me, em ê pêk bînin.”

Back to top button