ManşêtNûçe

Salih Muslim bang li hemû gelan kir ku Rêber Ocalan bi tenê nehêlin

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî agahiyên ku endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Sabrî Ok der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de parve kirine, ji ANHA re axivî.

Sabrî Ok beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV`yê bûbû û gotibû: “Lê em dizanin ku wextekê dewleta dagirker û rêveberiya Îmraliyê nameyên bênav û bênavnîşan dane Rêber Apo. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin ‘Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî.”

Salih Muslim got: “Em li hember agahiyên ku hevrê Sabrî Ok bi bîr xistine, şoq man. Rastiyek heye ku her kes û Tirkiye jî pê dizane. Rastî ev e ku hebûna gelan girêdayî hebûna Rêber Abdullah Ocalan e, nebûna wî jî tê wateya tunebûna gelan. Lewma, dewleta Tirk bi hemû rêbazan dixwaze tecrîda li ser Rêbertî giran bike. Heta niha der barê rêbertî û rewşa wî ya tenduristî de tu agahî nîn in.”

Salih Muslim wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tiştê girîng girêdana me bi têkoşînê re ye. Gel çiqasî têkoşîna xwe di hemû aliyên siyasî, aborî û civakî de mezinbike, em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.”

Muslim got: “Dijminê me ji hemû nirxên mirovî bê par e, zarok û jinan qetil dike, komkujiyan pêk tîne û çekên kîmyewî bi kar tîne, dikare Rêbertî jehrî jî bike.”

Muslim bang li tevahî gelan kir ku li gorî hesasiyeta mijarê tev bigerin, serî hildin û Rêber Ocalan bi tenê nehêlin.

Back to top button