ManşêtNûçe

Salih Muslim: Armanca dewleta Tirk tunekirina demokrastiyê ye

Endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya  Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Salih Muslim der barê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî parlamenterên HDP’ê, aktivîstan û saziyên jinan got:  “Dewleta Tirk bi van şêwazên hovîtiyê re dixwaze gelê Kurd û demokrasiyê tune bike.”

Muslim diyar kir ku rejîma dewleta Tirk a despot avakirina xwe li ser faşîzmê çêkiriye û got: “Mafyayên li Tirkiyê hemû kom bûnê û îro desthilatdariye dikin. Hêza herî mezin a ku pêşengiyê ji demokrasiyê re dike, HDP`ê ye. Desthilatdar radibin û rûdinin êrişî HDP’ê dikin. Armanca wê jî tunekirina demokrastiyê ye. Di planên qirkirinê de tunekirina gelê Kurd jî heye. Gelek parlamenterên HDP’ê ji xwe bê dadgehkirin di zindanan de ne ku ev li dijî hiqûqê ye. Dewleta Tirk di çarçoveya planên qirkirinê de şerê xwe li hember Kurdan nedaye sekinandin ku bi kuştin, destgîrkirin, girtin, îşkencekirin, şewitandina gundan re êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Li ku derê firsend dibînê, êriş dike.”

‘BERXWEDANA KOBANÊ NIKARIN DAQÛRTÎNIN’

Muslim destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji dagirkeran re bûye kul ku vê serkeftinê nikarin daqurtînin û wiha domand: “Ev dide xuyakirina ku serkeftina Kobanê çi qas bandor li wan kiriye. Berxwedana Kobanê şikandina çeteyên DAIŞ’ê pêk anî. Tiştê ku DAIŞ’ê nikarîbû bikira niha dewleta Tirk dixwaze temam bike. Ne tenê berxwedana Kobanê kesên ku piştgiriya vê berxwedanê kirine, dixwazin wan jî têk bibin. Kesên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirin, tiştê herî bi şeref kirin. Ev şewazê qirkirinê têkiliyên DAIŞ’ê û Tirkiyê dide berçav ku DAIŞ heya niha ji Tirkiyê derneketiye.  Di kampên perwerdeyê yên li Tirkiyê de DAIŞ tê perwerdekirin û dewleta Tirk jî bi rêya wan çeteyan derbasî her derê dibe.”

BI OPERASYONAN RE PEYAMA ‘EM Ê DÎSA DAIŞ’ê SAX BIKIN’

Salih Muslim bal kişand ser sembola berxwedana Kobanê û ev nirxandin kir: “Di êrişên li ser Kobanê de me bangewazî kir û gelê cîhanê li hember vê hovîtiyê bê deng nema. 1’ê Mijdarê roja berxwedana Kobanî hat ragihandin ku ev jî piştgiriya cîhanê ji berxwedana Kobanê re diyar dike. Di wê demê de jî me got ku DAIŞ tune bibe jî yên ku piştgirî, alikariya wan çeteyan dikin xetereya mezintirîn ava dikin. Divê şerê wan jî bê kirin ku ger şerê wan neyê kirin dê DAIŞ dîsa xwe nûjen bike. Em vê îro di pratîkê de dibînin.  Bi van operasyonên qirkirinê re peyama ‘Em ê dîsa DAIŞ’ê sax bikin.’ Ji bo vê xetereyê yên piştgiriya DAIŞ’ê dikin, bi kar tînin, xwedî dikin heya neyên sekinandin dê xetere her li ser cîhanê hebe. Bangewaziya me ji cîhanê re divê pêşî li vê piştevaniya DAIŞ’ê bê girtin beriya her tiştî yek ji wan dewleta Tirk e. ”

‘ÊRIŞ DÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ BI XWE RE BÎNE’

Muslim di vê rewşa heyî de pêşdîtinên xwe der barê êrişên dewleta Tirk de  wiha şirove kir: “Ev êrişên dewleta Tirk wê şerê navxweyî bîne ku di vî şerî de Kurd hedef in. Dibe ku dewleta Tirk dîsa xwînê birijîne, qirkirinê li ser gelê Kurd bide meşandin lê ev dê dewleta Tirk jî hilweşîne. Niha di rewşeke gelekî teng de ye. Di asta navneteweyî û cîhanê de winda dike ku li Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî winda kir. Îro gihîştiye astekê ku dibejê encax gelê Kurd tune bikim ku jiyana xwe berdewam bikim. Rejîma Tirkiyê gihiştiya astekê ku di rijandina xwînê de jiyana xwe dibîne.  Ev jî eşkere rêya hilweşandinê ye.  Ev pêvajoyeke xeternak e. Divê çavê gelê Kurd vekirî be ku deskeftî bên parastin. Ger planên dewleta Tirk bi ser bikevin wê bi xwe re tunebûna gelê Kurd û tunebûna demokrasiyê li Rojhilata Navîn bîne.”

ANHA 

Back to top button