
Rûspiyên êlên Ereban ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de rûspiyan piştgiriya projeya neteweya demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir.
Rûspî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya navenda çandê ya navçeyê kom bûn û daxuyanî da. Berdevkê qebîleyên Tay şêx Hisên El Ferhan daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de îşaret bi rola mezin a QSD’ê ya di şerê li dijî terorê de hate kirin.
Her wiha hate gotin: “Tevahî hewldanên rijandina xwîna gelê herêmê bi saya QSD`ê bi bin ketin. QSD`ê soz daye ku dê li hember tevahî hewldanên derxistina fitneyê di navbera hêzên leşkerî û êlên reb de bibe bendeke asê û welêt biparêze.”
Di daxuyaniyê de bang li êl û qebîleyên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku bi fitneyê neyên xapandin.
Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi pêwîstiya yekitiyê hat kirin, bi taybet di van rojên zor û zehmet de ku herêmê tê re derbas dibe. Banga hişyariyê li êlan û piştgiriya hêzên leşkerî li hember planên li dijî herêmê hate kirin.