ManşêtNûçe

Rûspiyên êla El Wehib: di encama vê dorpêçê de dê karesateke mirovî rû bide.

Rûspiyên êla El Wehib ên li kantona Tebqayê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û bêdengiya rêxistinên mirovî yên ku tenê li êşên şêniyan temaşe dikin, şermezar kir

Rûspiyê êla El Wehib Cemal El Nihêtir got: “Hikumeta Şamê hertim fişar li xelkê Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dike ji bo ku vîna wan bişikîne.

El Nihêtir wiha domand: “Li şûna ku aloziyê çareser bike, bi rêya tengavkirin û dorpêçkirina sûriyeyiyan û siyaseta birçîkirinê, rewşê aloztir dike. Hikumeta Şamê tenê bi armanca şikandina vîna gel û koçberkirina wî, vê siyasetê dimeşîne.”

El Nihêtir destnîşan kir ku her çiqas pergalên kapîtalîst û hikumeta Şamê hewl bidin projeya demokratîk a herêmê û destkeftiyên şehîdan têk bibin, lê belê bi saya hevgirtina gelan nikarin tiştekî bikin.

Her wiha El Nihêtir got: “Divê rêxistinên mafên mirovan, ji bo rawestandina vê siyasetê tev ger bike

Şêx Ferhan El Emale jî got: “Hikumeta Şamê şêniyên herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser tengav dike, ji ber ku nikare li ser masaya diyalogê rûne, her wiha ji ber ku nikare pêdiviyên gel jî peyda bike.”

El Emale destnîşan kir ku di 6 salan de, koçberên Efrînê di nav kampan de dijîn û hikumeta Şamê dorpêçeke giran li wan ferz kiriye, tenê ji bo ku aloziyên jiyanî li pêşiya wan derxe û wiha pê de çû: “Ev nîşaneya karesateke mirovî ye. Dewleta Tirk dikuje, hikumeta Şamê dorpêç dike, van kiryaran li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê dikin.”

El Emale wiha lê zêde kir: “Em wisa bê deng namînin, em ê hewl bidin vê dorpêçê bi dawî bikin.”

ANHA

Back to top button