ManşêtNûçe

​​​​​​​Rûken Ehmed: Dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in tê meşandin û bêdengiya rêxistinên têkildar ên navneteweyî de ji ANHA’yê re axivî.

Rûken Ehmed bal kişand ku sîstema li Îmraliyê tê meşandin bê hiqûqiyek mezin e û her diçe tecrîd tê girankirin, faşîzma AKP’ê aloziyê kûrtir dike.

Rûken destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê di heman demê de li ser hemû gelê Kurd û gelên heremê tê meşandin. Lewma gelê Kurd û gelên herêmê bi salane ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dimeşînin.

Rûken bibîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan li hemberî pergala desthiladar berxwedanek dîrokî dimeşîne û bi pirtûkên xwe rêya çareseriyê nîşan daye û got: “Bi taybetî têkildarî mijara ‘di civakan de şer û aşitî tê çi wateyê?’ dahurandinên girîng kirine û rêbazên çareseriyê danîne holê.”

Rûken Ehmed bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê rexne kir û got: “Hemû cîhan bêdeng maye. CPT ku mafê wê heye li her devereke binpêkirin çêdibin lêkolînan bike, bêdeng maye. Tevî ku şandeya wan çû Îmraliyê jî, tiştekî ku civakê îkna bike nekir. CPT di bin siya hêzên komploger de ye, lê em weke gelê Kurd dibêjin çi dibe bila bibe pêwîst e CPT li gorî erka xwe tevbigere.”

Rûken Ehmed diyar kir ku CPT’yê jî êdî ketiye bin bandora siyasetên dewleta Tirk a dagirker, ji ber ku ew xwedî li berpirsiyarî û erka xwe ya parastina Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina cezayên dîsplîn dernakeve.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed  da zanîn ku bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarkirina mirovahiyê ji koletî, zilm, despotî û rizgarkirinan jinan e, lewma divê têkoşîn were bilindkirin û ev bang kir: “Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi rêya daxuyanî, name, meş komkirina îmzayên ji bo CPT  hatin şandin gelek bername çêbûn. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê li qadan bûn. Lê pêwîste ev têkoşîn were bilindkirin û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn.”

Back to top button