JinManşêtNûçe

Rojanamevan Denîz li wargeha penaberan a Mexmûrê hate bibîranîn

Rojnamevan Denîz Firat li Wargehaa Mexmûrê jî di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.

Di bîranînê de malbata Denîz Firat, hevalên wê yên rojnamevan û dehan şeniyên wargehê amade bûn.

Di merasimê de ji bo tevahî şehîdên çapameniya azad û têkoşîn azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê hevalên wê yên rojnamevan, rojnemevan Berîvan Tûnç axivî û got:

Şehîd Denîz ji bo heta kêliya şehadeta xwe jî ji bo azadiya gelê kurd xebat kir û têkoşiya.

Êrişên DAIŞ’ê yên li ser wargeha Mexmûrê bi raya giştî re parve kir û di vê oxirê de şehîd bû.

Zihniyeta ku Şehîd Denîz, Nujiyan Erhan şehîdxistin û Îro jî li her derê Kurdistanê rojnamevanên çapameniya azad dikin armanc.

Em ê heya dawiyê li pey doza Şehîd Denîz bimeşin.”

Pişte dayika Denîz, Sultan Yildiztan axivî û soza şopandina doza Şehîd û Rêber Apo dan.

Back to top button