
Berxwedana efsane ya ku tevahiya gelê kurd li Kobanê pêk anî bi delîl û encamên wê bû veghurîneke giring di dîroka kurdî de lê di dîroka Sûriya û herêma Rojhilata Navîn tevahî, derî li ber çareseriya ku gel dixwaze vekir. Kobanê herêmeke biçûk li rojavayê Kurdistanê bû ku bala tu kesî ne dikşand, lê dema bû aramncek ji bo heqretê li gelê kurd bikin, gel ji bo parastina rûmeta gelê kurd rabû ser piyan û bi saya keç û ciwanên kurd serkeftin hat bi destxistin mîna Arîn, Gelhat û bavê Leyla û bi pêşengtiya jinê, lê belê hemû gelên azadîxwaz, demokrat û bi rûmeta mirovahiya rabûn û piştgrî dan gelê kurd di têkoşîna xwe de ji bo mayînê û parastina nirxên mirovahiyê, roja 1ê Mijdarê rojeke cîhanî ji bo piştgiriya Kobanê li dijî DAIŞ û terora cîhanê hat raghandin.
Mînakên roja piştgiriya Kobanê gelekin, ya yekemîn ew ku tu cidî be di parastina maf û rûmeta xwe de tê bibîne ku hemû cîhan piştgiriya te dike, ya duyemîn eger kurd yek ref û hevgirtî bin wê karibin parastina hebûn û rûmeta xwe bikin û piştgiriya cîhanê wê jê re bê kirin, û ya sêyemîn ew e dijminên gelê kurd ji yekbûna refa kurdî ditirsin ji ber vê yekê hewil didin ku refa kurdî ji hev qut bikin û fitneyan biafirînin, ya çaremîn kurd bi têkoşîn û yekbûna refên xwe karin pêşengtiya riya azadî û demokrasiyê bikin û xurtkirina wê di cîhanê de û li Rojhilata Navîn.
Ji ber van sedemên jorîn em bang li gelê xwe dikin ku roja cîhanê ya piştgiriya Kobanê pîroz bikin û tevlî hemû çalakiyan bibin, her wiha xwedî ruhê berxwedan Kobanê bin ya ku bi xwe re serkeftinê tîne û parastina rûmetê dike û dihêle ku gelê me bên teqbûl kirin bi gelên cîhanê yên aadîxwaz û demokratîk. Hemleyên dijminên gelan hîn berdewam in ev yek pêwîst dike ku zêdetir em hevgirtî bin û refên xwe bikin yek ji bo li dijî terorîst û dagirkeriyê bisekinin.
Bijî berxwedana Kobanê ya efsane
Bijî piştgiriya gelan ji bo rûmeta mirovahiyê
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD
1-11-2023