ManşêtNûçe

Riyad Derar: Înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo pirsgirêkên siyasî yên li Sûriyeyê çareserî ye

Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî vegera Sûriyeyê ya ji bo Komkara Erebî ji ANF’ê re axivî.

Derar li ser vegera Sûriyeyê ya ji bo Komkara Erebî got: “Me pêşwazî li vegera Sûriyeyê bo welatên Erebî kir. Vegerandina beşdarbûna wê di saziyên Komelê de gaveke baş e, lê em hêvîdar in ku ev yek ji bo çareseriyeke siyasî bibe alîkar ku xizmeta daxwazên gelê Sûriyeyê bike û yekîtiya Sûriyeyê biparêze. Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê pêwîstî bi derbaskirina veguhestineke siyasî ya bi rêya bi cihkirina biryara 2254’an heye û ev biryar proseyeke siyasî bi serpereştiya Sûriyan ve dihewîne. Gelekî girîng e ku rola Erebî ji bo erêkirina vê biryarê bixebitin heta ku gelê Sûriyeyê bixwe sîstema xwe ya birêvebirinê hilbijêre. Piştgiriya Ereban ji Sûriyeyê û gelê wê re helwesteke berpirsiyar e û dikare di dabînkirina diyalog û danûstandinan de di navbera Sûriyeyê de beşdar bibe, ji ber vê yekê, divê hewldanên Ereban berdewam bin ji bo pêşkêşkirina dîtinên ku beşdarî serkeftinên gelê Suriyê bikin, bi beşdariya hemû hêzên opozîsyonê û aliyên hikûmeta Sûriyeyê. Bi vî awayî em dikarin bêyî dûrxistin û marjînalbûnê bigihin çareseriyeke berfireh û dawî.”

Derar anî ziman ku Înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser îşaretên erênî li xwe girt ku mirov dikare pişta xwe pê xurt bike û got: “Înîsiyatîf  ji bo çarenivîsa gelên li hundir û derve çareseriya rasteqîn e û ji bo pirsgirêkên siyasî yên li Sûriyeyê jî çareserî ye. Ew desthilatdarên ku Rêveberiya Xweser wan înîsiyatîf ji bo wan pêşkêş kiriye, nikarin bersivê bidin. Civînên çaralî jî yên di navbera Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de hene û berdewam in. Lê tişta balkêş beşdarbûna hikûmeta Şamê li şûna hêzên  opozîsyona Sûriyeyê ye. Lê tiştekî cidî ji bo çareseriyê, ew guhertin dernexist pêş û dernaxîne jî. Ez bawer nakim ku çareseriyek ji vê lûtkeya çaralî re hebe.”

Serokomarê Tirkiyeyê Receb Teyyîp Erdogan ji nû ve bû serokkomar û Sûriye vegeriya nav Yekîtiya Dewletên Ereb û heta çi radeyê ev nêzîkbûn bandor li van geşedanên siyasî kir. Têkildarî vê yekê Derar ev tişt got: “Erdogan bi coş bû ku li ser  hesabên hilbijartinan bi aliyê Sûriyeyê re li hev bikin û ji ber vê yekê her aliyek li ser helwesta xwe bû. Di encamê de dê peywendî dîsa vegere rewşa xwe ya berê û dê danûstandinên qismî li hinek deveran berdewam bin, da ku têlê peywendîyê neşikê. Ji ber ku aliyê Rûsî zextê li her kesî dike da ku bigihêje nêzîkbûnê.

Bê guman vegera rejîmê ya bo komkara Erebî û saziyên wê sûd wergirt. Xelkên mexdûr ji gelê Sûriyeyê aciz bûn, lê mesele ne hesaba kîn û dilxweşiyê ye, mesele encamên karekî ye. Ketina rejîmê di komkarê de tê wê wateyê ku îmkanên zextê li ser wê zêde dibin. Ji bo bersivdana çareseriyên siyasî ev yek pêwîstiyên ku rejîma Erebî hişt ku peywendiyên xwe bi rejîma Sûriyeyê re asayî bike. Ev hemû dê encamên xwe hebin, lê ne di demeke kurt de, ji ber ku rêjîma Suriyê xwe bi serketî dibîne, û ev yek dê gelek destkeftiyên ku aliyê Erebî hêvî dikir, paşde bixe.”

Di dawiyê de Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Hikûmeta Şamê Feysel Mekdad a derbarê bicihkirina biryara jimara 2252 a derbarê Sûriyeyê û got: “Daxuyaniyên derbarê amadebûna ji bo bicihkirina biryara 2254’an a bi riya hin mercan mîna kesekî ye ku biryarê ji bingehê wê têk dibe. Ji ber şert û mercên ku hikûmeta Sûriyeyê daniye, ew e ku ti şertek di vê biryarê de neyê bicihkirin. Ev tişt di gerên berê de li Cinêvê û hemû civînên ku li Asitana diyar bû.”

Back to top button