ManşêtNûçe

Riyad Derar: Cîhan bi pirsgirêkên xwe ve mijûl e

Dewleta Tirk a dagirker topbaran û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi bi rêya balafirên bêmirov ên biçek yan jî topavêjan, zêde kirine.

Ev êriş, piştî civîna Soçiyê ya di navbera serokê Rûsya û serokomarê dewleta Tirk a dagirker de û belavbûna gotegotên têkildarî hewldana Rûsya ku têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de vegerîne û vejandina lihevkirina Edeneyê, zêde bûn.

Der barê van geşdanan de, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ANHA re axivî.

Riyad Derar di destpêkê de got: “Diyar e ku êriş piştî civîna Soçiyê zêde bûn. Ji demek dirêj ve cara yekemîn e ez vê kenî li ser rûyê Erdogan dibînim. Nizanim Pûtîn çi da wî heta ku wisa bikene. Bawer im ku lihevkirin têkildarî gelek dozan hene jê derengxistina operasyona leşkerî. Lê tenê balafirên bêmirov ên biçek xistine dewrê. Ev sirê zêdebûna êrişan e heta ku sivîlan dike hedef. Sedem jî ew e ku Tirkiye dixwaze mîna Rûsya bike ku girseya sivîl a her rêxistinekê derbe bike. Dibe ku zêdekirina êrişan hêdî hêdî be. Divê em jê baldar bin. Ji ber ku Tirkiye dest bi zêdekirina êrişan kiriye û digihêje herêmên ku berê hewl nedida gefan lê bixwe.”

Têkildarî lihevkirinên di navbera aliyên Soçiyê de, Derar got: “Der barê zêdekirina êrişan piştî Soçiyê de, bêguman zêdetirî lihevkirinekê di navbera her du aliyan de heye. Ez difikirim ku ji armancên herî girîng ên Rûsya, kişandina Tirkiyê ber aliyê xwe ye. Ji bo vê pêk bîne, paşguhkirina serokatiya Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê ve û peywendînedanîna pê re, wek fersendê dibîne. Yanî bêzarbûna Tirkiyê dihêle ku ew jî Amerîkayê şantaj bikin bi taybet piştî daxuyaniya Erdogan di civîna Tehranê de, dema got divê Amerîka ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve. Ev cara yekê ye ku Tirkiye vê yekê dike. Ji vir xuya dibe ku Amerîka û Tirkiyê ji hev dûr ketine. Rûsya vê yekê bi kar tîne da ku Tirkiye bikişîne aliyê xwe bi taybet di şert û mercên heyî yên girêk de piştî şerê li Ukraynayê.”

Derar wiha pê de çû: “Ji bo Rûsya, Tirkiye dergeh û rêyeke mezin e. Bi nêrîna min, dibe ku Rûsya ji Tirkiyê re, Pûtîn ji Erdogan re gelek tawîzan bide. Da ku wê ji Amerîkayê qut bike û ev rê berdewam bike ku di binghehê de rêyeke sereke ya aborî Tirkiyê ye.”

Di nav axaftina xwe de Riyad Derar behsa vegera têkiliyan di navbera hikuemta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de kir û got: “Reaksyona Tirkiyê, dihêle ku hevbendiyên xwe biguherîne madem li dijî Kurdan û projeya wan a serkeftî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Me ji artêşa Sûriyê daxwaz kir ku were ser sînor û sînor biparêze. Lê Tirkiyê, çû bi Şamê re li hev bike. Ev hewldana dijber a ku Tirkiyê pê aniye, jê armanc dike ku tu hewldan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser nekevin. Lê dîsa jî ev mijar wiha ne hêsan e û dibe ku bandorê li têkiliyên muxalefetê hundirîn, têkiliyên muxaleftê li Tirkiyê û têkiliyên gelek kesên bawer dikin ku Tirkiyê dijminatiya rejîma Sûriyê dike û ew sûdê ji vê dijminatiyê dike, bike.”

Derar wiha pê de çû: “Li gorî hemû nîşaneyan, diyar dibe ku Tirkiye dê opozîsyonê radestî rejîmê bike û dê dev ji wan berde. Piştre dê bi her rêbazekê bixwaze koçber vegerin Sûriyê. Di vê rewşê de dixwaze siyasetên nû ji bo vegera rejîmê li wan herêman bimeşîne. Dibe ku her du alî li dijî projeya li Bakur û Rojhilatê hevkariyê bikin. Di pêvajoya bê de, ev ji bo Tirkiyê dehfek e ku encama lihevkirinên Soçiyê ye. Ev hemû nîşan dikin ku planên di vî alî de hene û dibe ku di demeke pêş de diyar bibin.”

Der barê helwesta navneteweyî de li hember van êrişan, Riyad Derar got: “Cîhan bi pirsgirêkên xwe ve mijûl e. Sûriye û gelê Sûriyê, êdî bi tenê ne. Nikarin pişta xwe bidin kesekî ku pirsgirêkên wan çarser bikin. Hemû niha yan li dijî sûriyan ne yan jî bêalî ne û li trajediya sûriyan temaşe dikin. Ez difikirim ku mijar di aliyeke nû de ye da ku siyasetan xêz bikin. Dê rejîm sûdê jê bigire lê wê girêk bimînin. Ji ber ev mijar û tişta ku em gihaştinê, beyî rijandina xwînên din û nakokiyan, an jî teslîmiyeta aliyekê çareser nabe. Divê danûstandin di navbera sûriyan de be, da ku trajediyeke wiha rû nede. Divê aqilmend jê re plan bikin da ku bigihêjin armancên herî baş.”

Hevserokê MSD`ê, gavên dîplomatîk ku li hember van êrişan pê rabûne eşkere kirin û got: “Helbet MSD`ê mîna Rêveberiya Xweser ji bo hişyarkirina hêz û dewletên ku bûyerên li Sûriyê dişopînin, di nav liv û tevgerê de ye, da ku behsa zehmet’ û bûyerên ku bi domdarî rû didin bikin. Her tim name di navbera me de têkildarî gelek dosyayan de hene.”

Derar wiha domand: “Pirsgirêk niha ew e ku kesek tu helwestê nîşan nade. Hemû li bendê ne. Hinek hesaban ji Tirkiyê re dikin ji ber ku dewleteke mezin e û berjewendiyên wan pê re hene. Heta NY`yê jî mîna ku bala me kişandiye mudaxele nake. Nûnerê NY`yê ku diyalogên di navbera opozîsyonê û rejîm de bi rêve dibe, behsê nake. Rejîm dibêje ev nûner di bin emrê de ye û ne navbeynkar e. Yanî encamên van mijaran ne baş e.”

Di dawiyê de Riyad Derar got: “Di vê rewşê de divê em her tim bînin bîra van dewletan ku helwestekê nîşan bidin û li benda vê helwestê bin. Lê divê em bi xwe jî bikevin tevgerê.”

Back to top button