ManşêtNûçe

Rêxistinên siyasî têkildarî komkujiya li Parîsê bang li hikumeta Fransayê kir

32 rêxistin û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Li gel rewşên ku herêm û cîhan bi tevahî tê re derbas dibe û pêwîstiya hevgirtinê ji bo pêkanîna îstîqrar û geşkirina têkoşîna demokratîk, hîna hin hêz û alî bi zimanê tundiyê ve girêdayî ne.

Êrişa li dijî Navenda Çanda Kurdan a li Parîsê pêk hatiye êrişeke plankirî ya li dijî Kurdan û hemû hêzên demokratîk ên ji bo pêkanîna demokrasiya rast tê dikoş in û hemû delîl nîşan didin ku dijminên gelê Kurd li pey vê êrişa terorane ne ku komkujiyeke rastîn e. Ev komkujî li dewleteke ku banga demokrasî û parastina mafan dikin, hate kirin.

Ev êriş ku li dijî Kurdan û dewam siyaseta qirkirinê ye, dijberiyeke aşkere li Fransa û Ewropayê ye, her wiha peyamek e ku ew tu qanûn û serweriya dewletan nas nakin ku teror û sûcên xwe pêk bînin. Li pey vê êrîşa çêbûye, aliyên plankirî hene û dema wê jî ne tesadufek e.

Em Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar dikin ku hemwextî nêzbûna salvegera 10′an a Komkujiya Yekem a Parîsê ya 2013′yan pêk hat ku di encamê de jinên têkoşer ên Kurd bûn qurban de pêk hat, şermezar dikin.

Her wiha em bang li aliyên fermî yên li Fransa dikin ku di demeke lezgîn rastiya vê kiryarê terorane ji raya giştî ya Kurd û cîhanê re eşkere bike, her wiha tedbîrên lez li dijî qatilan bigire û kesên li pey vê komkujiyê eşkera bikin.

Em bang li hêzên siyasî yên demokrat li cîhanê, rêxistinên civaka sivîl, hiqûqî û mirovî yên li cîhanê û hemû dostên gelê Kurd, hêzên Kurdistanî, ewropî, erebî û dikin ku helwesteke zelal nîşan bidin û zextê li hikumeta Fransa bikin ku rastiya Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê eşkera bikin.

Di dawiyê de em bang li yekitî û hevgirtinê dikin, ji ber ku garantiya yekemîn a helwesta me û yekitiya têkoşînê ye da ku li pêş hêzên terorane û aliyên piştgirê van kiryarên qirkirinê pêk tînin, bisekinin.”

HÊZ Û PARTIYÊN KU EV DAXUYANÎ DANE EV IN:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Demokratî, Partiya Aştiya Demokratîk Kurdistanî, Partiya Lîberal a Kurdistanî,Partiya Komunîst a Kurdistanî, Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye, Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratî Kurdî li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî,Partiya Guhartina Demokratîk Kurdistanî,Tevgera Nûjen a Kurdistanî, Yekitiya Karkerên Kurdistanî, Desteya Niştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Partiya Rêkeftina Demoqratî ya Kurdî ya Sûrî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Partiya Muhafezekaran, Partiya Têkoşîna Demoqrat, Partiya Demokrata Kurdistanê, Rojavayê Kurdistan, Desteya Hevrêziya Nîştimanî, Tevgera Guhartin a Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Partî) û Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî).

Back to top button