JinManşêtNûçe

Rêxistinên jinan bi dirûṣmeya ”Jin Jiyan Azadî” panêlk li dar xistin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Şoreşa Keziyan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” panêlek li hola Reṣo ya bajarê Hesekê li dar xistin .

Panêl bi beṣdarbûna  gelek rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yekîneyên parastina jin YPJ û meclisa  jin di partiya yekîtiya demokrat  PYD

Panêl bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê ṣehîdan despê kir û gelek axaftin hatin kirin ji wan axaftina bi navê yekîneyên parastina jin YPJ , desteya jin di Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de , Kongra Star û axaftina dawî bi nave jinên zenûbiya ya Reqayê .

Hemi axaftin destnîṣan kirin ku kaptelîzama xwe li ser keda jinê ava dike û mayîndebûna wê ya di desthilatdariyê de di qelsiya îradeya jinê de be, em dibêjin bi rêxistinkirina jinê civak ava dibe û azad dibe û jiyan wê bibe xwedî wate.

Axaftin tekez kirin ku serhildana ku jinên li îranê tê meṣandin serhildanek mezin dikin ku li hemû cîhanê bi nav û deng bûye û îro jin bi diruşma “Jin, jiyan, azadî” li dijî hemû rejîmên kapîtalîst û mêtinger ên ku hewl didin wan tine bikin û dixwazin wan ji holê rakin şer dikin.

Panêl bi slogana  Jin, Jiyan, Azadî bi dawî bû

 

 

Back to top button