ManşêtNûçe

Rêxistina Sara kuştina du jinan a li Efrînê, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî şermezar kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan bi 2 daxuyaniyên cuda sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jin û zarokan şermezar kirin.

Daxuyaniya li Helebê li ber avahiya rêxistinê ya li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna endamên rêxistinên jinan hate dayîn û ji aliyê berdevka rêxistinê Raniya Cafer ve hat xwendin. Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê jî daxuyanî ji aliyê endama rêxistinê Têkoşîn Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de qetilkirina jinekê ji aliyê birayê hevjînê xwe ve ya li taxa Eşrefiyê ya Efrîna dagirkirî, qetilkirina jineke din ku cenazeyê wê li ser rêya Efrîn-Ezazê hatibû dîtin hat şermzarkirin.

Malpera Efrîn News 24, di 10′ê kanûnê de nûçeyek weşandibû. Li gorî nûçeyê, li ser rêya bajarê Efrîn-Ezazê, nêzî gundê Kefercenê yê Şerayê cenazeyê jinekî hate dîtin.

Rêxistina Sara bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên îdiaya parastina mafên mirovan û jinan dikin, kir ku rê li ber sûcên li dijî jinan bigirin ku li herêmên dagirkirî têne kirin.

Back to top button