ManşêtNûçe

​​​​​​​Rêveberiya Xweser li Ewropayê beyannameya xwe şîrove kir

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi şandeya Partiya Sor a Norwêcê re li Osloyê civiya.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê de ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê beyannameyek pêşkêş kiribû.

Her du aliyan nêrînên têkildarî krîza Sûriyeyê ya ji 10 salan ve dewam e û bandorên karesatê yên li ser aliyên siyasî, mirovî, aborî, ewlehî û hwd hatin nîqaşkirin.

Her wiha her du aliyan behsa tunebûna asoyên çareserkirina siyasî, xitimîna rêveçûnên siyasî, hewldanên Rûsyayê yên lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de û bandorên li ser xebatên siyasî, her wiha hewldanên hin dewletên Ereban ên vegerandina hikumeta Şamê li Komkara Erebî, hatin nîqaşkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, Dr. Ebdulkerîm Omer ji şandeya Norwêcê re beyannameya dawî şîrove kir. Her wiha Omer behsa sûcên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî kir û got: “Ev kiryar bi awayekî plankirî tên kirin. Armanc jê jî şêniyên resen neçar bikin ji herêmên xwe koç bikin û demografiya herêmê were guhartin.”

Omer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got dewleta Tirk bi balafirên bêmirov sivîl û şervanên QSD′ê dike hedef.

Her du aliyan bi awayekî taybet li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî yên li dijî Rêveberiya Xweser û xetereya şaneyên DAIŞ′ê û malbatên wan ên di hundirê kampan de çêdikin, nîqaş kirin.

Her wiha her du aliyan li ser girîngiya ku civaka navneteweyî li dijî terorê û têkbirina wê destekê bide Rêveberiya Xweser û erka xwe ya darizandina çeteyên DAIŞ′ê pêk bîne.

Li gorî şandeya Norwêcê, dê fedakariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî terorê dane, silav kir û got ew destekê dide çareya siyasî ya li gorî biryara 2254′an û di heman demê de girîngiyê dide beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nexşekirina pêşeroja Sûriyeyê de.

ANHA

Back to top button