ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê kampaniya alîkariyê da destpêkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo alîkardayîna mexdûrên erdhejê yên ji Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi navê “Bi hev re ji bo mirovahiyê” kampnayaya alîkariyê da destpêkirin.

Kampaniya alîkariyê bi daxuyaniyekê hate raghandin.

Daxuyanî li Stada Şehîdên 12ʹê Adarê ya bajarê Qamişlo hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kampnaya wê heta 20ʹê Sibatê dewam bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Herêmên Sûriye bi tevahî û Bakurê Kurdistanê rastî felaketeke mirovî hat. Ji ber vê yekê ji me wekî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi tevahî pêkhateyên wê tê xwestin ku pêngaveke wiha ragihînin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û birîndaran re şîfaya lezgîn hate xwestin û hate gotin: “Ji tevahî gelê me tê xwestin ku biçin konên ku li bajarok û navçeyan hatine vegirtin û li gorî derfeta xwe alîkariyê pêşkêş bikin.ʹʹ

Back to top button