Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê ya ku DAIŞ`ê 3`yê Tebaxa 2014`an pêk aniye, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de rêveberiyê diyar kir ku piştî 9 salan, çarenûsa windahiyan û gorên komî ne diyar e. Civaka navneteweyî li pêşiya wê hovîtiyê sûcdar e. Sûcdar û alîgirên wan nehatine girtin. Heta niha bûyerên li Şengalê rûdane wek qirkirineke rastîn nehatiye naskirin.
Rêveberiyê şehîd û qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn û got: “Ev komkujî heta niha berdewam e. Tirkiye bi rêya komên xwe yên terorîst bi êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wan komkujiyan temam dike. Tişta li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî rû daye, heman sûc û qirkirin e.”
Rêveberiyê berxwedana YPG û YPJ yaw ê demê silav kir ku xelkê Şengalê xilas kirin û got: “Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên sînordar, hertişta pêwîst ji xelkê Şengalê re wê demê pêşkêş kir û hîna pêşkêş dike. Em piştgiriya vegera li Şengalê û avakirina vîna xwe ya azad dikin.”
Her wiha rêveberiyê bang li civata êzidî kir ku rêbazên xweparastinê pêş bixe, civakê bi rêxistin bike û vîna xwe biparêze, li mekanîzmeyên mayînê û xweparastinê li hember projeyên qirkirinê û tesfiyekirinê bigere, divê êzidî li warên xwe vegerin, gund, dîrok, nasnameya xwe biparêzin.
Rêveberiyê destnîşan kir ku hewldanên wan li hember teror û tundrawiyê bi pêşengiya QSD`ê berdewam in û hewldanên xwe ji bo darizandina sûcdaran didomîne.
ANHA