ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Em amade diyalogê bi hemû hêzên nîştimanî re pêk bînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî lûtkeya dewletên Ereban a li Cezaîrê daxuyaniyek da û tê de bang li hêzên Ereb kir ku piştgiriya çareseriya aştiyane û diyaloga sûrî bikin. Her wiha bang li dewletên Ereban kir ku hevkar bin û ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê li Sûriyê, tunekirina terorê û projeyên parçekirina Sûriyê kar bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Duh li paytexta Cezaîrê piştî 3 salan lûtkeya 31`an a dewletên Ereban li dar ket. Tê de serokên dewletên Ereban, nûnerên rêxistinên navneteweyî û herêmî beşdar bûn.

Di çarçoveya nîqaşên ku derketine pêş de, bi taybet mijarên girêdayî Sûriyê, serokên gelek dewletên Ereban di axaftinên xwe de li ser pêwîstiya çareseriya aştiyane û diyaloga sûrî-sûrî li hev kir. Ev destnîşan dike ku aloziya li welêt, ji ber nebûna lihevkirineke giştî li ser çareseriyê û dan û standina nîştimanî ya Sûriyê, girêktir bû. Em vê helwesta di lûtkeyê de derketiye, bi erênî dinirxînin û di heman demê de, destnîşan dikin ku ev rêya rast e ya çareserî û pêkanîna ewlehiyê ya li Sûriyê ye. Rêya herî guncaw a dabînkirina yekitiya erdnîgariya Sûriyê û civaka wê ye ku em her tim dibêjin ev rêgez û armancên me yên bingehîn in.

Li ser wê, em destnîşan dikin ku em amade ne di çarçoveya dan û standineke nîştimanî ya sûrî ya dûrî mudaxeleyên derve ku çareseriyeke siyasî pêk tîne û mafên hemû sûriyan di destûrê de dabîn dike, diyalogê bi hemû hêzên nîştimanî re pêk bînin ku yekitiya Sûriyê û ewlehiya wê xema wan a sereke ye. Her wiha em bang li dewletên Ereban dikin ku hevkar bin û ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê li Sûriyê, tunekirina terorê û projeyên parçekirina Sûriyê kar bikin.”

ANHA

Back to top button