ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser cenazeyên qurbaniyên erdhejê ji derve wergirtin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî û da zanîn ku cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên ku li derveyî herêmên bakur û rojhilatê Sûriya jiyana xwe ji dest dane ji deriyê Ewn Dadat ê di navbera Cerablus û Minbicê de, derbas bûne.

Hejmara cenazeyên ku gihîştine herêmê:

18 cenaze ji herêma Firatê, 7 cenaze ji Reqayê û 2 cenaze ji Sirînê. Rêveberiya Xweser cenazeyên qurbaniyan yekser radestî xizmên wan kirin.

Ciwan Mistefa di dawî de anî ziman ku hin cenazeyên din di deriyê Ewn Dadat re derbasî herêmê tên kirin, ji lew re dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

 

Back to top button