ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Bêdengiya navneteweyî piştevaniyeke yekser ji bo dijminahiya dewleta Tirk a dijî gelê me ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên duh (8`ê Cotmehê) ên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelek nuqteyên li Dêrik û Rimêlanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrişên rejîma Tirk a faşîst bi salan e li dijî herêmên me berdewam dikin. Armanc jê derxistina tevlîheviyê û rêgirtina li têkoşîna gel û hêzên me yên leşkerî û ewlekariyê ya dijî terorê ye. Duh 8’ê Cotmehê li dijî gelek nuqteyên li Dêrik û Rimêlanê û di nav de Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê êrişeke xwîndar pêk hat. Ev akademî 24 saetan ji bo parastina civakê ji bandorên hişbirê kar dikir. Her wiha gelek cihên petrolê û herêmên sivîlan û di nav de projeyên çandiniyê yên li gundewarê Dirbêsiyê hatin hedefgirtin û hejmareke xebatkaran birîndar bû. Di encama êrişên duh û îro de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûn, 28 jî birîndar bûn û rewşa hinekan ji wan giran e. Ev êrişa dijminane li gel bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên Tirkiyeyê li herêmên me pêk hat. Berê jî me dabû zanîn ku bêdengiya navneteweyî ya berdewam wê rê bide dewleta Tirk ku komkujiyên din pêk bîne. Tiştê şevê din rûda, tiştê me gotiye îsbat dike. Ev bêdengî û paşguhkirin zordestiya rejîma faşîst zêdetir dike. Divê raya giştî li hember kiryarên vê rejîmê yên dijî gel û herêmên me bi berpirsiyariyeke exlaqî tevbigere.

Em kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê pêk tîne şermezar dikin. Em teqez dikin ku bêdengiya navneteweyî wekî piştevaniyeke yekser ji bo dijminahiya dewleta Tirk a dijî gelê me ye. Divê li hember binpêkirinên Tirkiyeyê yên dijî herêmên me yên ewle û gelê me û hêzên me yên leşkerî helwestên navneteweyî yên zelal hebin. Hêz û gelê me di şerê li diî DAÎŞ`ê û terorê de bi hezaran fedakarî nîşan da û tevahî cîhan ji DAÎŞ’ê parast. Lê mixabin di demekê de ku gelê me ji aliyê hêzên piştevaniya DAÎŞ kirine ve rastî qirkirinê tê, civaka navneteweyî tenê temaşe dike.

Em ê parastina gel û destkeftiyên xwe bidomînin. Em girêdayî mafê parastina rewa ne, em ê avakirina îradeya civaka xwe û îsrara wî ya jiyana bi rûmet bidomînin.

Ji bo giyanê şehîdan û şermezarkirina vê dijminahiyê em 3 rojan şînê îlan dikin.”

 

Back to top button