ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor berpirsên êrişên Tirkiyê ne

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek weşand û tê de wiha got: “Niha Kantona Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û balafirên wê yên bêmirov ên biçek ve tê topbaran kirin. Di encamê  de gelek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewamiya nêzîkatiyên wê yên êrişkar ên ji bo tirsandin û koçberkirina gel û valakirina herêmê ye.

Berpirsiyariya van êrişan dewletên garantor ango Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ne, ji ber ku parastina van herêman ji êriş û destdirêjiyan girtine ser xwe.”

Her wiha Nivîsgeha Ragihandinê jî di heman rûpelê de di posteke din de hişyarî da xelkê û destnîşan kir ku ji ber bombebarana bêserûber ya dewleta Tirk, pêwîste her kes di malên xwe de bimîne.

Dewleta Tirk a dagirker bajarê Kobanê û gundên li rojhilat û rojavayê wê topbaran dike ku di encamê de  zarokek şehîd bû û 3 kes din jî birîndar bûn. Topbaran hîn didome.

ANHA

Back to top button