ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe da penaberên Wargeha Mexmûrê

Rêveberiya Xweser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Li gel rewşên dijwar ên ji ber penaberiyê û reva ji zulm û zordariya dewleta Tirk, di çend saetên borî de nêzîkatiyên hikumeta Bexdayê êşên niştecihên wê zêdetir kirin.

Êrişên li ser Wargeha Mexmûrê û hewldanên ferzkirina dorpêçê ya bi hêza çekê li dijî nirx û exlaqê parastina kamp û koçberan e. Niştecihên wargehê sivîl û penaber in. Wargeh di bin serweriya Neteweyên Yekbûyî de ye, lê ji salan ve wargeh di bin dorpêçê de ye. Niha jî hikumeta Bexdayê hewl dide şertên giran li dijî xelkê li wargehê ferz bike û dorpêçê girantir bike. Li şûna ku hikumeta Iraqê pêwîstiyên mirovî yên xelkê li wargehê bi cih bîne, hêza leşkerî bi kar tîne. Ev yek kiryarekî ne guncaw e û ne li gorî nirx û pîvanên qanûna parastina penaberan e. Tê zanîn ku gelê Iraqê jî ji ber koçberiyê gelek êş û azar kişand. Hîna bi hezaran penaberên Iraqê li kampên Rêveberiya Xweser hene. Lê berpirsyariya parastina wan û peydakirina pêwîstiyên wan ên jiyanî dikeve ser milê desthilatan û hikumetên xwecih.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê penaberên Wargeha Mexmûrê dikin. Em diyar dikin ku penaber xwedî maf in û nabe êşên wan werin zêdekirin, ji ber ku di bingeh de sedemên wan koçberiya ber bi wargehê ve hene. Em bang dikin divê pirsgirêk bi rêya diyalogan, ne bi hêza çekê werin çareserkirin. Divê pirsgirêk bi rêya nîqaş û lihevkirina bi niştecihên wargehê re werin çareserkirin. Divê di radeya yekemîn de rewşa penaberan di ber çavan re were derbaskirin. Her tim diyalog bingeha çareseriyê ye û vebijêrkên din ên encamên cuda bi xwe bîne ku em naxwazin.”

Back to top button