Rêveberiya Xweser 64 zarok û 30 jinên ji malbatên DAIŞ’ê radestî komara Qirgizistan kir
Şandeyeke komara Qirgizistan bi seroketiya nûnerê Wezareta Derve ya Qirgizistanê Paket Kadirov serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şande ji aliyê cîgirê hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve Robêl Beho û endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.
Herdu aliyan têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û komara Qirgizistan de nexasim şerê li dijî terorê û fedakariya şêniyên herêmê di têkbirina DAIŞ’ê de nîqaş kirin.
Robêl Beho destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hîn banga çareserkirina kirîza Sûriyeyê bi rêya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî dike û da zanîn ku beyannameya Rêveberiya Xweser li ser bingeha yekitiya xaka Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye.
Beho der barê zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser de derdikevin û êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov li dijî sivîl û rêveberên Rêveberiya Xweser got: “Ev kiryarên dewleta Tirk a dagirker xebatên hêzên leşkerî û Koalîsyona Navneteweyî yên şerê li dijî terorê paş dixin.”
Nûnerê Wezareta Derve ya Qirgizistan Paket Kadirov destnîşan kir ku komara Qirgizistan bi fedakariya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî DAIŞ’ê de îtîraf dike.
Kadirov spasiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê kir, ji ber xebatên wan ên vegerandina welatiyên Qirgizistan.
Di dawiya hevdîtinê de 64 zarok û 30 jinên malbatên çeteyên DAIŞ’ê li gor wesîqeya fermî, radestî şandeya Qirgizistan hatin kirin.